Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 13 ciwan hatin binçavkirin

Dewleta Tirk li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de, 13 ciwan binçav kirin.

Li Amedê hat îdîakirin ku rêxistineke ciwanan a bi navê “YNCK” wê were avakirin û wê 19’ê Cotmehê ku dîroka damezrandina komarê ye, li navçeya Sûrê çalakiyan bike. Bi vî îdîayê bi îxbarekê 13 kes hatin binçavkirin.

Polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Amedê bi ser malan de girtin û xwendevan jî di nav de gelek kes bi hinceta ku endamên rêxistina ku wê were avakirine, binçav kirin.

Hat diyarkirin ku di dosyayê de biryara sînordarkirinê heye.

Kesên binçavkirî, birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.