Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di ser damezrandina komarê re sed sal derbas bûn. Niha li Tirkiyeyê nîqaş tê kirin ku sedsala duyemîn a komarê wê bi çi rengî be. Em girîng dibînin ku pêvajoya komarê ya sed sala derbasbûyî bi rengekî rast bê nîqaşkirin. Avakirina sedsala nû bi rengekî rast, bi nîqaşeke rast, bi wergirtina dersan ji dîrokê û dubarenekirina şaşitiyên hatine kirin, dibe. Heta ku ev neyê kirin nepêkan e ku nîqaşeke rast a dîrokê û plansaziyeke paşerojê bê kirin. Bi taybetî dema ku mijar Tirkiye be, bêyî Kurdan, bêyî hesabkirina Kurdan ti nîqaş wê rast û encamgir nebe. Ev yek ji bilî pêşkêşkirina ya berê wê neyê wateyeke cuda, ku ne hêjayî nîqaşê ye. Kurd rastiyeke vê erdnîgariyê ne. Hem di avakirina komarê de hem jî di demên beriya wê de hêmana esasî ya rêveberî û siyasî bûn. Lewma nîqaşa rast a li ser pêvajoya dîrokî, bi taybetî jî nîqaşa li ser dema komarê, tenê li ser bingeha têkiliya Kurd-Tirkan dibe. Nîqaşeke li ser komarê ya dûrî têkiliyên Kurd-Tirk teqez kêm e, şaş e û xetere ye."
KCK'ê got, "Mixabin bi avabûna komarê re ev têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî xera bûne. Ev yek ji bo Kurdan, Tirkan û ji bo her kesî bûye sedema berdêlên giran, êş, windahî û hilweşînên giran bi xwe re aniye" û wiha dewam kir: "Bi pêvajoya komarê re hemû rewş û bûyerên neyînî weke encameke vê xerabûnê rû dan. Mixabin ji ber ku heta niha ev rastî nehatiye dîtin, ji nedîtî ve hatiye, bûyerên neyînî jî ji holê nehatine rakirin. Wê demê bi temamkirina sedsala komarê re mijara esasî û sereke dîtina vê rastiyê ye. Li Tirkiyeyê mijara herî bingehîn û rast ku divê bê nirxandin, teqez ev mijar e. Nîqaşeke rast û sererastkirinê bi vî rengî dibe. Dema ku bersiveke rast ji xerabûna têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî re bê dayin û ev şaşitî bê sererastkirin, hingî rêveçûna şaş a dîrokê dikare bê sererastkirin û di serî de demokrasî, hemû taybetmendiyên erênî yên li komarê têne kirin an jî jê têne hêvîkirin, dikarin bi cih bêne anîn."
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hate gotin:
"Têkiliya Kurd-Tirkan piştî ku Tirk bi rengekî komî-civakî hatin Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hatin Kurdistanê destpê kir. Ev têkiliya ku 1071'ê bi Şerê Malazgîrtê gihîşt asteke stratejîk, di tevahiya dîrokê de bi rengekî erênî bi rê ve çû. Bi vê pêvajoyê re haya Kurd û Tirkan ji girîngiya hev hebû û weke du hêmanên eslî bi hev re tevgeriyan, bi hev re jiyan. Qonaxên krîtîk ên dîrokê bi yekîtî û tifaqê derbas kirin. Bêguman di bingeha vê serketinê de jî qebûlkriina hev, kombûna li dora armancên hevpar hebû. Dîrok nebûye şahid ku Kurd û Tirk li dijî hev tevgeriyane. Pirsgirêk û nakokî bi têgihiştina armanc û paşeroja hevpar hatin çareserkirin, tifaqa stratejîk hate parastin û dewamkirin. Civakên Tirk ên ji warê xwe qut bûn û koçber bûn, pirsgirêka wan a bicihbûnê bi vî rengî hate çareserkirin. Ev pirsgirêk bi şikandina serweriya şaristaniya Bîzansê ya li Anatolî û Kurdistanê hate çareserkirin, ku hingî hêza împaratoriyê ya serwer bû. Di encama vê têkilî û tifaqê de Tirk bi rengekî mayinde li Kurdistanê bi cih nebûn. Her ku serweriya Bîzansê hate şikandin, civakên Tirk jî berê xwe dan rojava, derbasî Anatoliyê bûn û lê bi cih bûn. Ev yek rewşeke welê ye ku divê bi girîngî li ser bê sekinandin û ders jê bêne wergirtin. Eger mijarek hebe ku encama dîrokî jê were wergirtin, ji aliyê bingeha têkiliyên Kurd-Tirk de mînakeke ji vê bêhtir hînkar nîne.
Têkilî û tifaqa destpêkê ya Kurd-Tirk ku bi bicihbûna Tirkan a li Anatoliyê bi encam bû, di pêvajoyên piştre de hîn bêhtir bi pêş ket û dewam kir. Li hemberî dagirkerî û êrîşa hêzên Rojavayî ya ji bo serweriya li ser Rojhilata Navîn ku di dîrokê de weke Seferên Xaçê jî tê naskirin, tifaq û têkiliya Kurd-Tirkan bi roleke girîng rabûye. Eyyûbî weke parçeyek ji vê tifaq û têkiliyê derkete holê û bi navê tevahiya Rojhilata Navîn roleke dîrokî ya girîng bi cih anî. Bi avabûna dewleta Osmanî re ev têkilî hîn bêhtir bi pêş ket. Bi taybetî di dema Sûltanê Yekemîn ê Osmanî Sûltan Selîm de ev têkilî xurt bû û rêveçûna dîrokê diyar kir. Di sedsala 16'an de li ser Kurdistanê û Anatoliyê metirsiya împaratoriya Îran û Misrê hebû. Ev herdu metirsiyên mezin bi vê tifaqê hate têkbirin. Têkbirina van herdu xeteriyan ji bo herdu gelan di asta dîrokî û jiyanî de girîng bû. Piştî vê pêvajoyê civakên Tirk ên ji welatê xwe qut bûn û koç kirin hîn bêhtir li Rojhilata Navîn û Anatoliyê bi cih bûn, hêzên li ser wan metirsî bûn beralî kirin û li pirsgirêka hebûnê çareser kirin. Ev hemû jî bi saya tifaq û têkiliya bi Kurdan re pêk hatin. bi heman rengî Kurdan jî bi saya vê tifaq û têkiliyê xweseriya xwe parastin, ziman, wêje û çanda xwe bi pêş ve birin û hebûna xwe dewam kirin.
Weke ku tê dîtin, di têkiliyên Kurd-Tirkan ên dîrokî de hewldanek ji bo serwerî û mêtingeriya li dijî hev tune ye. Rewşeke welê heye ku hev nas dikin, hurmetê nîşanî hev didin. Di dema Osmaniyan de xweseriya berfireh a ku ji rêxistiniyên îdarî yên li Kurdistanê re hate naskirin, vê rastiyê nîşan dide. Ji deverên din re xweseriyeke bi vî rengî nehatiye dayin. Ji ber vê yekê ev têkilî bi sedan salan dewam kiriye. Rêber Apo ji ber ku vê gelekî girîng dibîne, pêşketina dîrokî ya têkiliyên Kurd-Tirk û bingehên wê di vê çarçoveyê de bi berfirehî nirxand û diyar kir ku ev têkilî divê li gorî şert û mercên heyî bê nûkirin.
Yek ji nuqteyên diyarker ên dîrokî yên têkiliyên Kurd-Tirkan pêvajoya piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn bû. Polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn, li ser têkiliyên Kurd-Tirkan bandoreke xerabker kir. Bi destpêkirina sedsala 20'î re têkilî û hevsengiya dîrokî ya navbera herdu gelan xera bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hatina hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hatina Îngilistan û Fransayê, bi xwe re metirsiyeke nû anî. Anatolî û Kurdistan jî di nav de cografya Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hate dagirkirin. Vê rewşê hebûna Tirkan, her wiha xweseriya Kurdan xiste metirsiyê. Şert û mercan careke din li Kurdan û Tirkan ferz dikir ku tifaqa dîrokî pêk bînin. Aktorên demê jî haya xwe ji vê pêwîstiyê hebû û bi vî rengî ketin nava liv û tevgerê, bi gaveke bi vî rengî serketineke dîrokî misoger kirin. Pêvajoya ber bi komarê ve li ser bingeha vê tifaqa dîrokî bû. Di bingeha vê tifaqê de jî jiyaneke wekhev û bi hev re ya Kurd û Tirkan a weke hêmanên esasî yên li dewleta nû hebû.
Di vê pêvajoyê de Kurdistan bûye navendeke girîng. Mûstafa Kemal bi xwe çû Kurdistanê û tevlî civînên li vê derê bû. Îrade û biryardariya tevgera bi hev re ya li dijî dijminê hevpar di van civînan de hate wergirtin. Di van civînan û civînên piştre de biryar hatin dayin ku mafên Kurdan wê bêne naskirin, Kurd wê xweser bin, Kurd û Tirk weke du gelên wekhev dewleta hevpar bi rê ve bibin. Ev helwest di destûra bingehîn a 1921'ê de jî hate destnîşankirin. Kurdên ku tevlî meclîsa destpêkê bûn, bi navê wekîlên Kurdistanê cihê xwe girtin û bi vî rengî bang li wan hate kirin. Di vê pêvajoyê de li hemberî Kurdan qedexeyek nehate kirin. Mûstafa Kemal bi xwe di gelek beyanên xwe de işaret bi xweseriya Kurdan kir û girîngiya bicihanîna vê yekê destnîşan kir. Têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî yên xera bûn, bi van sozan jinûve hatin sererastkirin û bi rengekî serketî ji vê pêvajoya krîtîk a dîrokî derketin. Ev pêvajoya ku li Tirkieyyê weke Şerê Rizgariyê tê pênasekirin, xwe dispêre bingehîn dîrokî yên bi vî rengî, xwe dispêre têkiliyên bi Kurdan re. Rizgariya ji dagirkeriyê û serxwebûn bi saya têkoşîna hevpar pêk hatin.
Lê belê pêvajoya piştre, weke ku hate diyarkirin nebû. Piştî ku metirsî ji holê hatin rakirin, sozên ji Kurdan re hatin dayin bi cih nehatin anîn, li şûna dewlet û welatê hevpar netewe dewleteke xwe dispêre Tirkîtiyê hate avakirin. Bi Peymana Lozanê re ku bi hêzên modernîteya kapîtalîst re hate kirin, Kurdistan bi çar parçeyan hate parçekirin. Kurdistan ne tenê hate parçekirin, di heman demê de pêvajoya înkar û tunekirinê li gelê Kurd hate ferzkirin. Di destûra bingehîn a 1924'an de Kurd hatin înkarkirin, modeleke netewe dewletê ya xwe dispêre mejiyê tekperest hate esaswergirtin. Bi destûra bingehîn a 1924'an re ji aliyekî ve têkiliyên Kurd-Tirkan hate têkbirin, li aliyê din jî projeya komarê hate pûçkirin. Bi vî rengî ew zemîn ji holê hate rakirin ku wê çarenûsa Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn biguherta, gelên Rojhilata Navîn ji bin hegemonya sîstema modernîteya kapîtalîst rizgar bikira û xeta demokratîk destnîşan bikira. Bi vê pêvajoyê re êdî planên sîstema modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ketin meriyetê. Vê yekê zerar da gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ev rewş jî nîşan dide ku li şûna nêzîkatiyeke stratejîk, nêzîkatiyeke taktîkî li têkiliya Kurd-Tirkan hatiye kirin. Ji ber şert û mercên Şerê Cîhanê yê 1'emîn û zehmetiyên piştî wê, ji neçarî têkilî bi Kurdan re hate danîn, lê belê piştî ku metirsî ji holê hatin rakirin ev têkilî nehate dewamkirin. Piştî ku ev têkilî qediya, polîtîkayên emperyalîst ên modernîteya kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn serwer bûn û heta vê demê jî bi vî rengî dewam kirin.
Bêguman di vê pêvajoyê de yê ku herî zêde zerar dîtin Kurd bûn. Kurdistan hate parçekirin û ji bo gelê Kurd pêvajoyeke gelekî bi êş û giran destpê kir. Ev yek pêvajoya qirkirina Kurdan e. Netewe dewletên li ser Kurdistane serwer in, li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê meşandin. Mixabin dewleta Tirk a ku soz dabû Kurdan û bi piştgiriya Kurdan ava bû, bû hêza esasî ya qirkirina Kurdan. Kurdistan weke qada belavbûna netewebûna Tirk hate dîtin û bi navê Kurdîtiyê çi hebe hatin qedexekirin. Pêvajoya ji bo afirandina netewe dewletê ku weke komarê tê pênasekirin, bi temamî li ser bingeha qirkirina Kurdan hate avakirin. Kiryarên netewe dewletên Iraq, Sûriye û Îranê jî bi heman rengî bû. Dema ku ew kêm man, dewleta Tirk bi xwe kete dewrê û pêşî li hewldanên ku metirsiya li ser polîtîkayên qirkirina Kurdan girt. Di oxira armanca avakirina netewe dewletê de hate xwestin ku gelê Kurd bê tunekirin ku yek ji gelê herî qedîm ê dîrokê ye, pêşengî ji civakîbûna destpêkê ya mirovahiyê re kiriye, di afirandina ziman, çand û hişmendiya mirovahiyê de xwedî kedeke mezin e; gelê qedîm ê dergûşa şaristaniya demokratîk Toros, Zagros, Mezopotamyayê ye. Mixabin em baş zanin ku di oxira avakirina netewe dewletê de hem li Anatolî û Mezopotamyayê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê gelek gel û civak hatin qirkirin. Ev yek li Kurdan jî hate ferzkirin û hîn jî tê ferzkirin. Di vê navberê de îtiraza gelê Kurd a li qirkirin û înkarê li tepisandineke mezin rast hat. Bi gotina 'Kurd serî hildidin' Kurdistan kirin mîna gola xwînê. Her gelî, deşt û girê Kurdistanê veguherandin qada komkujiyê, Kurdistan şewitandin û xera kirin. Bi sed hezaran Kurd li gund, bajar, gelî û şikeftan hatin qetilkirin. Li Diyarbekirê, li Dersimê, li Geliyê Zîlanê bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. Helebce û Enfal hatin kirin. Qanûnên Tûncelî, Planên Şark Islahat hatin bicihanîn. Bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê xwestin Kurdîtî û çanda Kurdan bê tunekirin. Koçberiya bi zorê li ser gelê Kurd hate ferzkirin, ji cih û warê xwe hatin kirin. Bi her awayî heqaret lê hate kirin, biçûk hate xistin. Li Kurdistanê ne tenê polîtîkayên qirkirina çandî her wiha polîtîkayên qirkirina aboriyê jî hatin meşandin. Kurd weke hêza erzan hatin xebitandin, çavkaniyên ser û binê erdê yên cografya Kurdistanê bê ser û ber hatin talankirin. Axaftina bi zimanê dayikê, perwerdeya bi zimanê dayikê li Kurdan hate qedexekirin. Ev qedexe hîn jî dewam dike. Gelo ji qedexekirina zimanê gelekî bêhtir tiştekî cihê şermê heye? Pêkanîna herî giran û cihê şermê yê dîrokê li Kurdan rewa hate dîtin. Gelo mejiyê netewe dewletê yê ku van hemû kir, dikare rast bê dîtin? Komareke ku bû sedema van hemûyan gelo dikare rast û erênî bê dîtin?
Xerabûna têkiliyên Kurd-Tirkan bi qasî dijberiya li Kurdan her wiha li dijî Tirkiyeyê û gelê Tirk jî bû. Ji bilî berjewendiya komekê, ti armancên ji dewleta nû û komarê dihate hêvîkirin bi cih nehate anîn. Tirkbûyî û neteweperestî ji bilî amûreke desthilatdariyê nebû xwedî wateyeke cuda. Bi hestên Tirkîtiyê û netewperestiyê mirovên Tirk her tim hatin dehfdan. Civak bi dijminatiya li Kurdan hate jehrîkirin. Bi vê yekê re destûr nehate dayin ku gel mafên xwe yên demokratîk nîşan bidin û pêk bînin. Welê li mirovê Tirk hate kirin ku ji bilî têrkirina zikê xwe li tiştekî din nefikire, neke. Derfet nehate dayin ku civak li ser paşeroja xwe xwedî mafê gotinê be. Di siyaset û burokrasiyê de mekanîzmayên dewletê hatin desteserkirin û komikek hate afirandin ku civak bi rê ve dibir. Ev komik û xwediyên sermayeyê civak talan kir. Gelê kedkar ê ku bi birçîbûnê re rû bi rû hate hiştin, li navendên modernîteya kapîtalîst îltica kir. Civak radestî terîqet, axa û bazirganan hate kirin. Bi dewlet û komara nû re pêşketin li aliyekî, ji dema berê bêhtir li paş ket. Yên ku dewlet bi rê ve dibirin ti berpirsyariyeke xwe ya civakî tune bû. Bi hêzên mêtinger û paşverû re her cûre têkilî peyman mohr kirin. Komara ku bi têkiliya bi Kurdan re û bi têkoşîna li dijî polîtîkayên hêzên kapîtalîst emperyalîst ên li ser Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ava bû, kete nava nêzîkatiyeke berevajî vê yekê. Qirkirina Kurdan weke polîtîkayeke bingehîn hate pejirandin û bi hêzên modernîteya kapîtalîst re li dijî civakê her cûre têkilî hate danîn. Ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan dewam bike, bû hewcedarê piştgiriya hêzên derve. Ji bo wergirtina vê piştgiriyê jî tawîzek nema ku neda hêzên derve. Dijminatiya li Kurdan dewlet bi temamî bêpîvan kir. Pîvanek û qanûnek bi tenê bi cih hate anîn, ew jî dijminatiya li Kurdan bû. Li aliyê din sîstema dewletê ya xwe dispêre dijminatiya li Kurdan û komkujiya Kurdan mîna bûmerangê her tim li xwediyê xwe vegeriya û lê xist. Bidesxistina dewletê û rêvebirina wê tenê bi şer bû. Şerê bidestxistin û rêvebirina dewletê ne kêmî yê dema xanedaniyê bû. Pêkanîn û kiryarên wê, ji ya wê demê jî girantir bû. Darbeyên bêdawî, dek û dolab, xiyanet, îxbar, înfaz û komkujî bi jimartinê naqedin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser AKP-MHP a vê demê, wê ew rewş bê fêhmkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, her wiha li hemberî her beşên civakê, her ferdên civakê şer dike. Hem civak hem jî dewlet bi temamî radestî terîqet, mafya û bazirganan hatiye kirin. Bêguman ev hem jî bi dijminatiya li Kurdan têne kirin û bi vî rengî têne rewakirin.
Bi xerabûna nava Kurd û Tirkan, ne bi tenê Kurd û Tirk lê zirar gihîştiye Ereb, Ermen, Rûm, Fars, Cihû, Suryan û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn jî. Di pêvajoya dîrokî ya herî krîtîk de ku têkiliyên Kurd û Tirkan xera bûne, pev çûne, polîtîkayên modernîteya kapîtalîst û emperyalîzmê li Rojhilata Navîn bûne serwer. Gelên Rojhilata Navîn ji hev hatine parçekirin, bi neteweperestiyê gel li hev kirine dijmin. Xêra ve bi tenê li hêzên modernîteya kapîtalîst bûye. Qetil û qirkirina Filistîniyan ku di rojeya cîhanê de ye, ji vê pevajoya qirkirinê ne cuda ye. Eger li têkiliya gava avabûna komarê bihata dewamkirin, geşedanên li Rojhilata Navîn wê bi awayekê din bûna. Polîtîkaya modernîteya kapîtalîst ku gel bi netewe-dewlet û neteweperestiyê jehrî kirin û her kes bi xwe girê da, nedibû serwer û wê rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebibûya.
PKK, tevgereke serhildan, têkoşîn û rizgariyê ye ku Kurdan li dijî înkar, qetil û qirkirinê dest pê kiriye. Tê wateya çêkirina têkiliyên Kurd û Tirk ji nû ve. Ji vî awayî ve destpêke dîrokî ya gelek giring e. PKK’ê, Kurd ji nû ve jiyandin, kirin xwedan zanîn, vîn û têkoşer ku bikarin bi rolê xwe yê dîrokî rabibin û pêk anî. Ev ne tenê ji bo Kurdan, di serî de Tirk, xizmetek e ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Giring e ku li Tirkiyeyê her kes vê baş bibîne û tê bigihîje. Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêngavek bû ku bi armanca qedandina têkiliyên Kurd û Tirkan hat kirin. Aktorên ev derbe kir, ji xwe re kir armanc ku Kurdan bi tevahî biqedînin. Lê jî dîrokê û serdema nêz ve diyar e ku Kurd nebin Tirk nabin, Tirk nebin, Kurd nabin. Qedandina Kurdan, qedandina Tirkan e. PKK, li ber derbeya 12’ê Îlonê rabû ev pêngav pûç kir. Ji vî awayî ve têkoşîneke rewa û rast e ku hatiye kirin û bi rolê xwe yê dîrokî rabûye. Çi heyf e ku nehiştin civaka Tirkiyeyê vê fam bike. Li aliyekî propagandaya pîskirinê ya hêzên desthilat ên dewletê, li aliyê din derdorên çepgir, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr ku baş nekarî xwe ji bin bandora neteweperestiyê derbixe û nebûna rayeke demokratîk, zanîna bi vê rastiyê bi derengî bûye. Hêj jî behsa vê rastiyê ji civaka Tirkiyeyê re baş nehatiye kirin. Di vê de bi qasê ya tevgera demokratîk a Kurd, kêmasî û berpirsyariya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, tevgerên sosyalîst û rewşenbîran jî heye.
Ji aliyê têkîliyên Kurd-Tirk ve gelekî girîng e ku mirov di sala 100’emîn a komarê de qala komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi esareta Îmraliyê bi encam bû, bike. Ji ber ku komploya navneteweyî yek ji derbeyên herî mezin e ku li têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkiye hatiye xistine. Komploya navneteweyî armanc kir ku têkiliyên Kurd-Tirk ên ku PKK'ê hewl dida ji nû ve saz bike bi dawî bike û rê nede ku ev pêvajo bi serketî bidawî bibe. Ev rastiya ku DYA, Îsraîl û NATO hêzên sereke bûn ku komplo plan kirin û pêk anîn, vê rastiyê têra xwe derdixe holê. Rêber Apo bi eşkerekirina rûyê hundir ê komploya navneteweyî û armanca wê, nehişt ku ev armanc pêk were. Rêber Apo 25 sal in di şert û mercên esareta Îmraliyê de vê têkoşînê dide meşandin. Niha jî komploya navneteweyî li ser esasê qutkirina hemû têkiliyên Rêber Apo bi cîhana derve re, pratîkeke bi navê tecrîta mutleq û nebûna têkiliyê tê meşandin. Ji ber vê yekê jî ên li Îmraliyê tên girtin û di nava tecrîda mutleq de ne têkiliya Tirk û Kurd e. Gelekî girîng e ku ev rastî bi taybetî ji aliyê raya giştî, rewşenbîr, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst û azadîparêz ên li Tirkiyeyê ve bê fêhmkirin, balkişandin û îfadekirin.
Armanc û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ew e ku bi rêya faşîzmê qirkirina Kurdan pêk bîne û bi vî rengî tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk bi temamî ji holê rake. Ev armanc bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ve esas hate girtin. Di dîrokê de Îttîhatperestan dixwestin vê yekê li ser esasê Tirkbûnê bikin. Li aliyê din rejîma 12'ê Îlonê plan kir ku vê yekê bi giranî li ser bingeha olperestiyê pêk bîne. Îro desthilatdariya AKP-MHP’ê bi yekkirina van herduyan hewl dide vê yekê pêk bîne. Bi vê yekê jî nîşan da ku rejîma herî xerab û xeternak e. Ewqas hebûna Kurdan ji bo paşeroja dewletê xeter dibînin ku, mirov dikare bibêje ji bo mayîna dewletê çare di tinekirina Kurdan de dibînin. Vê rastiyê tenê nayîne ziman her wiha ji bo vê li dijî Kurdan şerekî dijwar dide destpêkirin, li her derê êrîşî kurdan dike, wan qetil dikin, wan digrin û dixin zindanê. Mixabin, ew bi faeliyetên dijwar ên şerê taybet dikare civaka Tirkiyeyê îqna bike ku ev ramanek rasyonel e. Lê belê aliyê vê yê rasyonel, exlaqî, wijdanî û hiqûqî nîne. Eşkere ye ku ev yek bi qasî ku dijminatiya li Kurdan dike, dijminatiya li Tirkan dike û zirarê dide Tirkan jî. Xirabbûna têkiliyên Kurd û Tirkan û şerê Kurd û Tirkan tenê sûdê dide hêzên derve. Wekî din encamek din nade. Dîrokê ev rastî bi berfirehî îspat kiriye. Ev encam jî ji geşedanên îro derdikeve holê. Bi şerê li dijî Kurdan re ne mirov dikare bibe herêmî û neteweyî û ne jî wê tevkariyê li gelên Tirk û Tirkiyeyê bike. Ev nêzîkatî bêguman encamên berovajî derdixe holê. Gotûbêja herêmî, neteweyî û têkoşîna li dijî terorê ya ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tîne ziman, ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Ev yek bi temamî ji bo bidestxistina razîbûna civakê di şerê li dijî Kurdan de û di dawiyê de polîtîkayên ku bi kêrî hêzên derve tên, dinixumîne. Bi vê yekê re têgihiştina ku hemû pirsgirêk bi tinekirina PKK'ê re çareser bibin, çêdike. Li vir tehrîbata herî mezin tê çêkirin. Rastî bi temamî berovajiya wê ye. Pirsgirêka Kurd bi PKK’ê dest pê nekir. Beriya PKK’ê pirsgirêka Kurd hebû. PKK’ê ne afirînerê pirsgirêka Kurd e, encama wê ye. Bi tinekirina PKK’ê re ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî Kurd tine dibin.
Yek ji rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi derewên heremî, neteweyîperestî û terorê vedişêre û berovajî dike Sûriye û Rojava ye. Civaka Tirk bi vê derewa ku dibêjin Kurd wê li Rojava dewletekê ava bikin û êrîşî me bikin û tune bikin tê xapandin. Ev yek bingehê êrîşkirin, dagirkirin û desteserkirina Sûriye û Rojava ava dike. Di rastiyê de ne Kurd li Rojava dewletekê ava dikin û ne jî Rojava dijminatiyê li Tirkan dikin. Berovajî vê yekê li cîhanê cihê ku herî zêde dostê gelê Tirkiyeyê ye Rojava ye. Li Rojava pêkhateyeke bi zîhniyeta neteweya demokratîk hatiye avakirin û di vê zîhniyetê de biratî û jiyana hevpar a gelan esas e. Ji vê yekê dijminatiya li hemberî gelê Tirk ancax bi dijminatiya gelê Kurd pêkan e. Eşkere ye ku dewleta mêtinger a niha ya qirker ku van derewan derdixe pêş û hem zirarê dide Tirkan hem jî Kurdan, nikare nûnertiya Tirkan û gelên Tirkiyeyê bike.
Niha 100 saliya komarê temam bûye. Dema ku pêvajoya sedsala borî tê nirxandin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku li Tirkiyeyê bêyî çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pêkan e. Pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û çandî yên Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Di warê guhertin, pêşketin û rêveçûna ku ji Komarê tê hêvîkirin de, ti pêşketin çênabe. Serxwebûna dewletê û azadiya civakê pêk nayê. Dewlet ji mekanîka derbeyê û ji bin kontrola rêxistiniyên gladio nayê derxistin. Ev hemû bi demokratîkbûna pirsgirêka Kurd pêkan e. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî bingehîn a pêwîst ew e ku komarê bi demokrasiyeke rasteqîn were cem hev û tacîdar bike. Di nava komara demokratîk de Kurd û Tirk dikarin bi gelên din ên Tirkiyeyê re bi hev re bijîn.
Ji ber vê yekê bi ketina sedsaleke nû, pêwîstî bi ji nû ve vekolandina têkiliyên Kurd û Tirkan û pêşxistina têkiliyeke li gorî wateya wê ya dîrokî heye. Kurd bi zanebûna vê tevdigerin û vê îradeyê nîşan didin. Kurd çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûna Tirkiyeyê de dibînin û ji bo vê jî têdikoşin. Gelê Kurd teqez çareseriyê li vir dibîne, jê bawer dike, li tiştekî din nagere. Helwesta me ya Tevgera Azadiya Kurd jî ev e. Rêbaza çareseriyê ya ku Rêber Apo pê bawer dike û diparêze ev e. Pêşketina wê jî dê hem ji bo Kurd û Tirkan hem jî ji bo gelên din ên Rojhilata Navîn sûdewar be û wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re bike. Têkiliyên nû yên Kurd-Tirk ên ku bi demokrasiyê tacîdar be jî wê tifaqa demokratîk û vîna jiyana bi hev re ya gelên Ereb, Ermen, Cihû, Fars, Tirkmen, Sûryanî û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn pêş bixe. Ev tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn ku pirsgirêkên dîrokî tê de çareser bibin. Sedsala duyemîn a Komarê teqez divê li ser bingehê pêşketin û veguhertina ku dê li ser vê bingehê pêk were pêş bikeve.
Ji bo bicihanîna vê wezîfeya dîrokî berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, tevgera sosyalîst, beşên baweriya demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, hemû beşên civakê yên alîgirê demokrasî û azadiyê û bêguman tevgera demokratîk a Kurd. Em bang li her kesî dikin ku bi vê têgihiştina berpirsyariyê tevbigerin, pêvajoyeke nîqaş û ji nû ve avakirinê bidin destpêkirin ku têkiliyên Kurd-Tirkan ji nû ve di ber çavan re derbas bike û li ser vê bingehê bi pêkanîna tifaqên demokratîk ên gelan re vê yekê bi ser bixînin û destnîşan dikin ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê di nava têkoşîna vê de bin."