'Hevala Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye'

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku wê li ser şopa Bêrîtan li dijî her cûre êrîşên dijmin berxwedanê dewam bikin û gotin, "Hevala Bêrîtan ji bo me xeta têkoşînê ye."

Yekîneyên pispor ên YJA Starê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li tunelên şer li ber xwe didin, bi wesîleya salvegera 31'emîn a şehadeta ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyamek weşandin.

Di peyamê de işaret bi kesayetî û têkoşîna Bêrîtan hate kirin û hate gotin, "Destpêkê salvegera 31'emîn a artêşbûna me ya jinê pîroz be. Em Rêber Apo ji dil û can silav dikin ku di artêşbûna jinê de xwedî kedeke mezin e. Her wiha fermandara me ya nemir hevala Bêrîtan, di şexsê wê de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Hevala Bêrîtan ku bi têkoşîna xwe li dijî dagirker û nokeran sekneke wêrek nîşan da, heta fîşeka xwe ya dawî şer û teslîmiyet red kir, ji bo me mînak e. Hevala Bêrîtan bi vê sekna xwe derb li dilê dijmin xist. Şehîd Bêrîtan xeta me ya têkoşînê ye. Weke endamên YJA Starê em li ser şopa hevala Bêrîtan, Delal Amed, Leyla Sorxwîn û Axîn Mûş têdikoşin.

Bila dijminê dagirker baş zanibe; weke hêzên YJA Starê em li her cihî ne, carna li serê çiyê ne, carna jî bi qasî nefesa me hîs bike, nêzî wan e. Wê ti carî dawî li Sara û Rûkenan neyê. Heta nefesa xwe ya dawî em ê li ser şopa fermandarên xwe yên fedaî Zîlan, Bêrîtan, Rûken û Sara bin. Dijminê dagirker çiqasî êrîş bike jî, çiqasî çekên qedexekirî bi kar bîne jî wê nikaribe li hemberî gerîla bi ser bikeve. Wê ti carî nikaribe îradeya me bişikîne. Bi pêşengiya YJA Starê îro derbên giran li dijmin tê xistin. Bila gelê me zanibe; çalakiyên me yên li dijî dijmin wê dewam bikin. Heta ku tecrîd bê şikandin, heta ku xaka me rizgar bibe, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê nesekinin. Xiyanetkarên ku bi dijmin re tevdigerin divê êdî dest ji vê hevkariya xwe berdin. Banga hevala Bêrîtan ev bû. Mafê me jî heye ku li ser xaka xwe bi çand, ziman û dîroka xwe bi rengekî azad bijîn. Em bang li jin ên ciwan dikin; êdî jiyana li nava sîstema tecawizkar qebûl nekin. Gelê me yê Bakur heta niha bi berxwedan û serhildana xwe dihate naskirin, divê li hemberî şerê taybet ê dijmin baldar bin. Weke şervanên YJA Starê em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em hêza fedaî ya Rêber Apo û gelê xwe ne. Li hemberî her cûre êrîşan em ê li ber xwe bidin."