Endamên ÎHD’ê û malbat ji bo kesên hatine qetilkirin, hatin ba hev

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê kesên ku li Licê hatine qetilkirin, bi bîr anîn û aqûbeta Abdûrrahman Coşkûn pirsîn.

Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 768’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolu çalakiyê lidar xistin. Xizmên Windayan û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Nûnerên rêxistinên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.

Vê hefteyê 17 qurbaniyên di 22-26’ê Cotmeha 1993’yan de di Qetlîama Licê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û carek din daxwaza edaletê hat dubarekirin.

Beriya daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî û destnîşan kir ku ji avakirina komarê heta niha bi sed hezaran mirov canê xwe ji dest dane û gora Şêx Seîd û Seyîd Riza di nav de gorên bi hezaran mirov tune ne û hestiyên wan winda ne û ji wê demê ve edalet nehatiye tesîskirin. Guven diyar kir ku dewletê lêborîn nexwest û Tirkiye bi pirsgirêkên pir cidî re dikeve sedsalek nû û xwest demildest dawî li êş û kulên sedsalên dawî were anîn û divê hemû faîl hesab bidin.

Berdevkê Platforma Licê li Edaletê Digere Şiyar Kaymaz jî destnîşan kir ku tevî 30 sal in bi ser qetlîamê re derbas bûye jî kujer û faîl nehatine darizandin û daxwaza edaletê ya xizmên windayan û malbatên qurbaniyan nehatiye bicihanîn.

Rêveberê ÎHD’ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya Qetlîama Licê xwend. Demîrtaş behsa hûrguliyên qetlîamê kir û piştî 30 salan doz hatiye betalkirin ango bi demboriyê re rû bi rû maye û got: “Ev doz ne dozek ku di demboriyê de bê hiştin. Divê li gorî rûmeta mirovî were biencamkirin. Faîl nehatine tespîtkirin û darizandina wan nehatiye kirin. Berovajî vê faîl bi zirxa bêcezahiştinê û ji aliyê dewletê ve hatin parastin. Em carek din qurbaniyên qetlîamê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatan re dixwazin. Heta ku faîl derkevin holê wê têkoşîna me ya edaletê bidome.”

Navên kesên di qetliamê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Tutiye Talan (66), Tahîr Kozat (70), Zana Mercan (16), Suna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5 ), Huseyin Canturk (13), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdullah Îzgî (40), Mehmet Kaya (32), Mustafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halîl Dogan (70), Îmam Mehdîn Guler (47), mamoste Nurettîn Soyer.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di hefteya 604’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê ji bo aqûbeta Abdûrrahman Coşkûn ê di 29’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê Sînan Îslam Gegîn daxuyanî xwend û destnîşan kir ku aqûbeta windayan bigihîje encamê dê çalakiyên xwe dewam bikin.

Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.