Jinên Ereb li Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Jinên Ereb ên li Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ meşek li dar xistin.

Îro li gundê Barê yê Şengalê bi pêşengiya Meclisa Jinên Herêma Ereba ya Şengalê bi sedan jinên Ereb meşiyan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan û Xweseriya Şengalê kirin.

Di meşa jinên Ereb ên şengalê de bi daxuyanyekê hate destnîşankirin ku her ku diçe piştgriya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ ku di 21’ê Cotmehê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatibû destpêkirin, mezin dibe.

Meş bi rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ji seytera gundê Xelef destpê kir û heta Seytera Şehîd Zagros ya dawiya Barê dewam kir. Li vir daxuyanî hate dayîn.

Daxuyaniya wiha ye:

“Em wek jinên Ereb ên herêmên sînorî, beşdarî pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ dibin. Di serî de em tecrîda li ser Rêbertî ya ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê ve tê meşandin, şermezar dikin. Armanca girtina Rêber Apo hedefgirtina gel, çand û baweriyên herêmê bi taybet jinan, ji ber ku Rêber Apo parêzvanê herî mezin yê gelan û pêkhateyên herêmê, maf û azadiya jinê ye.

Siyaseta ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, di rastiyê de li dijî hemû gelên herêmê tê meşandin. Înkarkirina rol û nasnameya Rêber Apo ku jiyana xwe ji bo civak û mirovahiyê feda kiriye, tê wateya tirsa hêza wî û asta bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn e. Em jinên Ereb ên ku bi pergala rêveberiya xweser xwe birêve dibin û bi vê ramanê xwe diparêzin, ji bo domandina vê sîstemê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Nihe em dibînin ku welatên serdest êrîşî îradeya gelan dikin, bi taybet li cihên ku bi fikir û ramanên Rêbertî xwe bi rêxistin kirine. Ji ber ku em xwe birêve dibin û desthilatdariya dewletan li ser xwe qebûl nakin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin, me dikin hedef û komployan li dijî me pêk tînin. 9’ê Cotmeha 2020’an peymana ku di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ya Barzanî hatiye îmzekirin, êrîşa li dijî hemû pêkhateyên Şengalê û îradeya wan e. Ev peyman berdewamiya komploya li ser Rêber Apo ye.

Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo ji bo bidawîkirina neheqiyê û pêşxistina aştiya li hemû cîhanê ye. Di serî de em jinên Ereb têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bidomînin. Rêbertî weke ronahiyek rêya me ronî kir. Heft sali n em xwe bi rêxistin dikin û li ser vê ramanê xwe perwerde dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin ger em têkoşîna azadiya Rêber Apo mezin nekin, em ê Şengalê winda bikin. Azadiya Rêbertî temînata aştiyê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Azadiya jina Ereb, jina Kurd û jina Kurd ya Êzidî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Li ser vî esasî em ê xweseriya Şengalê û azadiya jinan misoger bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bê SeroJiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Xweseriya Şengalê” bidawî bû.