HPG'ê nasnameya şehîdên Amedê eşkere kir

HPG'ê ragihand ku li Amedê 3 gerîla şehîd bûne û got, "Hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît ruhê fedaîtiyê yê têkoşîna me ya azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi rengekî hêja temsîl kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"24'ê Cotmeha 2023'an li qada Licê ya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît ên bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê re dilsoz man û şehîd bûn.

Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê û milîtanên Apoyî yên pêşeng hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyîd li Bakurê Kurdistanê ruhê fedaîtiyê yê têkoşîna me ya azadiyê ya bêeman û bênavber, bi rengekî hêja temsîl kirin. Bûn nûnerên dawî yên ruhê fedaî yê Apoyî ku bi Leyla Sorxwînan destpê kir, bi Axîn Mûş dewam kir û herî dawî bi çalakiyên bi heybet ên hevrêyên me Rojhat û Erdal gihîşt asta herî bilind. Hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît weke nûnerên dawî yên vî ruhê fedaî yê Apoyî cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girt û şehadeta wan wê ji bo me bibe hinceta mezinkirina têkoşînê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.

Nav paşnav: Bedran Merdan
Nasnav: Nazim Hîkmet Ulgen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Şukran-Mehmet Hanefî
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Cotmeha 2023 / Amed

Nasnav: Ciwan Amed
Nav paşnav: Onûr Kamîloglû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Heves-Mûzaffer
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Cotmeha 2023 / Amed

Nasnav: Seyît Brûsk
Nav paşnav: Mûhammed Gonyelî
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Yasemîn-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Cotmeha 2023 / Amed

BEDRAN MERDAN

Hevrêyê me Bedran ku yek ji hezaran ewladên leheng ên Amedê ye, li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Hevrêyê me ji ber ku li Amedê ji dayik bû û mezin bû, hîn biçûkanî têkoşîna me nas kir û ji hingî ve dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me zû pê hesiya ku gerîla hêza garantî ya azadiya gelê me ye, ji ber vê yekê jî bala xwe li ser gerîla bû. Mîna her mirovekî li Kurdistanê, hevrêyê me jiyana xwe di bin siya êrîşên dijmin de dewam dikir, gihîşt wê baweriyê ku tenê bi têkoşînê dikare li hemberî dewleta Tirk a qirker bi ser bikeve û bi vê têgihiştinê gihîşt wê encamê ku bi vî rengî êrîşên qirker ên li ser gelê me dikarin bêne şikandin. Li ser vê bingehê sala 2009'an bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger welatparêz bû. Li bajarên Kurdistanê beşdarî gelek çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî dijmin bû. Hevrêyê me Bedran ji aliyekî ve bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, li aliyê din jî ji bo xwendina zanîngehê çû Agiriyê. Li Agiriyê jî karên xwe dewam kir, li vê derê ji bo ciwanên Kurd di nava sîstemê de nehelin û ji cewhera xwe qut nebin, karekî berfireh kir. Şerê li Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me û komkujiyên li ser vê bingehê hatin kirin, ji hevalên xwe yên dibistanê re vegot, bi vî rengî kir ku têbigihêjin û di demeke kurt de bû kadroyê ciwanan ê pêşeng. Hevrêyê me Bedran li zanîngehê kir ku gelek ciwanên Kurd zane bibin û di heman demê de tevlî nava refên têkoşînê kir. Di kar de her tim serketî bû, lê belê ji ber ku dixwest tevkariyeke hîn mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me bike û şoreşgerekî hevgirtî bû, di sala 2012'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî ku tevlî nava refên gerîla bû derbasî herêma Avaşînê bû, li vê derê tevlî perwerdeya destpêkê bû. Tevlîbûna li nava refên gerîla ku ji bo hevrêyê me Bedran xeyaleke zarokatiyê bû, ji bo wî bû sedema kêfxweşiyeke mezin. Lewma zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi perwerdeyê tecrûbeya bi salan a gerîla wergirt, bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek, bi coş û bi îdîa bû gerîlayekî şareza û pêşeng. Piştî ku 2 salan li qada Avaşînê têkoşiya, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser xelkê me yê li Rojava, ji bo parastina gelê me bike di sala 2014'an de derbasî Rojava bû. Li vê derê salekê li dijî çeteyan şer kir, tevlî gelek çalakiyan bû. Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku tirs xistibû nava tevahiya cîhanê, bi ruhekî fedaî şer kir, carekê birîndar bû, lê belê dîsa jî daxwaz û biryardariya wî ya ji bo têkoşînê kêm nebû. Piştre dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kir, hevrêyê me Bedran bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya, tevlî pêvajoya afirandina korîdora navbera Şengalê û Rojava bû ku bi rêya vê yekê xelkê me yê Êzidî ji êrîşên çeteyan hate parastin. Piştî ku bi sed hezaran Êzidî ji êrîşên çeteyan hatin rizgarkirin, hevrêyê me derbasî Şengalê bû û li dijî çeteyan tevlî berxwedanê bû. Hevrêyê me li vê derê bi qasî salekê li dijî çeteyan şer kir û tecrûbeya xwe ya leşkerî zêde kir. Li Şengalê di çalakiyekê de carekê birîndar bû, lê ev birîndarî ji bo xwe weke astengiyekê nedît û têkoşîna xwe dewam kir. Dema ku li Şengalê têdikoşiya rastiya gelê me nas kir û di heman demê de êşa ku xiyanet û nokerî li gelê me dike, fêhm kir. Piştî ku têkoşîna xwe ya li Şengalê bi rengekî serketî qedand, careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya û li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz careke din tevlî perwerdeyê bû. Li vê derê derfet dît ku ji aliyê îdeolojîk û hunera leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe, kêmasiyên xwe yên pratîkî bi alîkariya hevalan ji holê rakir. Piştî perwerdeyê hem ji ber ku di karên ciwanan de xebitî bû, hem jî şerê li bajaran meşand, beşdarî karên xweparastinê bû. Li vê derê demeke dirêj kar kir, bi rêbaza xwe ya kar a bi dîsîplîn, hevrêtiya kûr û kesayetiya xwe ya têgihiştî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me di vî şerî de derfet dît ku xwe hîn bêhtir kûr bike û li dijî êrîşên dijmin, li hemberî tecrîdê bibe bersiv û hêjayî wan hevrêyan be ku li ser xeta lehengiyê şehîd bûn, gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Li ser vê bingehê ji bo li ser taktîkên gerîla yên serdema nû xwe pwerde bike û bigihêje asta gerîlayekî profesyonel, beşdarî perwerdeyên branşê bû. Bi tevlîbûna xwe ya li vê pêvajoya perwerdeyê re bû milîtanekî mînak û ji bo karibe têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Bedran ku bi asta xwe ya îdeolojîk û leşkerî ji aliyê hevrêyên xwe ve têrker hate dîtin, derbasî qada Amedê bû ku lê ji dayik bû û mezin bû.

Hevrêyê me Bedran li gelek qadên Amedê tevlî gelek karî bû, bi hêrsa mezin a li dijî dijmin di her karî de serketin ji xwe re kir pîvana yekane. Hevrêyê me di gelek karên serketî yên li Amedê de bû xwedî kedeke mezin û ji bo li dijî dijmin bênavber çalakiyan bike, kete nava hewldanan. Di encama van hewldanan de jî beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û xwest ji pêvajoya şerê giran re bibe bersiv. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, fedakar û çalak gelek kar meşand û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Bedran wê di têkoşîna me de timî bê bîranîn. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê me Bedran bi ser bixînin.

CIWAN AMED

Hevrêyê me Ciwan li paytexta me Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çand û exlaqa civakî ya xurt a malbata xwe mezin bû. Bavê hevrêyê me Ciwan hîn di zarokatiya wî de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin û weke mehkûmekî siyasî hate zindanîkirin. Hevrêyê me Ciwan ku di zarokatiyê de diçû serdana bavê xwe yê li zindanê, rûyê faşîzan ê dewleta Tirk dît, bi bandor bû û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin bû. Ji bo piştgiriya aborî bi malbata xwe re bike dest ji dibistanê berda û weke karker dest bi kar kir. Hevrêyê me Ciwan ku bi keda xwe hewl da li ser piyan bimîne, ji aliyê din ve jî bala xwe li ser têkoşîna civakî bû. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, cihê xwe di nava çalakiyên serhildanan de girt. Li hemberî polîtîkaya narkotîk, fûhûş û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger ku li dijî ciwanên Kurd bi rengekî bêexlaq dimeşîne, têkoşîneke xurt kir. Hevrêyê me Ciwan sala 2014'an ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin, êşkenceyeke giran di binê çavan de lê hate kirin. Zilma dewleta Tirk a ku berê nas kiribû, li wî bi xwe jî hate kirin.

Hevrêyê me Ciwan di navbera salên 2014-2019'an de pênc salan li zindanê hate hiştin. Rastiya dijmin hewl da ku hevrêyê me Ciwan ji cewher, nasname, rastiya xwe ya civakî û têkoşîna azadiyê dûr bixîne. Lê belê hevrêyê me Ciwan şert û mercên zindanê weke akademieyke şoreşê nirxand, dîroka Kurdistanê, zimanê Kurdî, rastiya têkoşînê, îdeolojî û paradîgmaya Apoyî bi kûrahî hîn bû, xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Ciwan ku xwe gihand hişmendiyeke xurt a şoreşgerî, di heman demê de rastiya dijmin jî bi bingehînî nas kir. Dît ku di nava sîstema dewleta Tirk a faşîst de cihê rastiya Kurd ê azad, Kurdîtiya azad nîne û gihîşt wê biryardariyê ku jiyana xwe ji têkoşîna şoreşgerî re feda bike.

Hevrêyê me Ciwan piştî ku ji zindanê derket demeke kurt tedawî bû û yekser dest bi têkoşînê kir. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin a gelê Kurd kêmasiya rêxistiniya xweparastinê ye, destpêkê berê xwe da vî karî. Tiştên ku sê mehan li dibistana şoreşê hîn bû bi lez derbasî pratîkê kir, di karên YPS'ê de performanseke serketî nîşan da û sala 2020'î li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Ciwan ku bi eşq, coş û kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi sebreke mezin li benda wan rojan ma ku hesabê zilmê ji dijminê qirker mêtinger bipirse. Ji xwe re kir armanc ku hesab ji wî dijminî bipirse ku her cûre polîtîkaya zilmê li gelê Kurd dike, Kurdan qetil dike, bavê wî û ew xist zindanê û zilmeke mezin kir. Di çarçoveya vê armancê de ji xwe re kir esas ku di gerîlatiyê de şareza û profesyonel bibe. Li warê ku lê ji dayik bû, bi hesta berpirsyarî û kelecaneke mezin a gerîlabûyînê hewl da di her detayên gerîlatiyê de bibe pispor.

Hevrêyê me Ciwan ku li zindanê bi salan li benda wê rojê ma ku xwe bigihîne gerîla û çiyê, enerjî û hunera xwe hemû xist pratîkê û hewl da bibe bersiv. Li Bakur, ku derfet kêm in û êrîşên dijmin zêde ne, hînî şert û mercên zehmet bû û pratîkeke serketî nîşan da. Hevrêyê me Ciwan li gelek qadên eyaleta Amedê bi daxwaz, biryardarî û îradeyeke mezin kar kir. Hevrêyê me Ciwan bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, fedakarî û ji dil, bi hevrêtî û sekna xwe li nava hevalên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê.

Hevrêyê me Ciwan ku mîna navê xwe xwedî ruhê ciwantiyê bû, bi baweriya serketinê û ruhê fedaî yê Apoyî bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Ciwan di vê têkoşînê de bû xwedî serketinên mezin, di êrîşa dawî ya dijmin de tevî hevrêyên xwe Bedran û Seyîd bi lehengî şer kir û şehîd bû.

SEYIT BRÛSK

Hevrêyê me Seyît ê ku li Êlihê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, ji ber ku di hewirdorek welatparêzî de jiya, partiya me PKK’ê nas kir. Hevrêyê me ku ji ciwantiya xwe ve di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt, weke ciwanekî Kurd bi hemû hêza xwe hewl da gelê me biparêze. Hevrêyê me yê ku şerê dijwar ê li Kurdistanê ji nêz ve dişopand, di bin bandora şehîdan de bû. Bi taybetî ji ber gelê me bi awayekî girseyî cenazeye şehîdên ku dihatin Êlihê pêşwazî dikirin, ev yek bû sedem ku lêgerîna hevrêyê me Seyît destpê bike. Hevrêyê me yê ku ji ber xwedîderketina gelê me li gerîlayên azadiyê yên ku ji bo azadiya gelê me bi qehremanî têdikoşin bandor bû, gihîşt wê baweriyê ku jiyaneke bi wate encax bi vî rengî dibe. Hevrêyê me Seyît li dijî êrîşên dijmin yên li ser gelê me û Rêbertiya me ku roj bi roj dijwartir dibû û hewldana ku Kurdistanê veguherînin zindana vekirî hêrsa wî mezin bû û di wê baweriyê de bû ku divê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke hîn radîkal bê meşandin. Hevrêyê me ku derxist zanabûnê ev yek bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e, li ser vî esasî ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Seyît ku di serî de li ser esasê girêdana hestiyarî tevlî gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya durist û bicewher di nava refên gerîla de hezkirina hevrêyên xwe qezenç kir û bi perwerdeya jiyanî ya ji hevrêyên xwe wergirtî re yekser adapteyî çiyê û jiyana gerîla bû.  Hevrêyê me yê ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû ku şer lê dijwar bû, di ferqa wê de bû ku divê demildest her detayên şer û jiyana gerîla fêr bibe û pratîk bike û ji bo vê kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya leşkerî ya ku dîtî di gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir, di demeke kin de fêrî bikaranîna gelek çekan bû û şêwaz û taktîkên xwe yên gerîla kûrtir kir. Dîsa bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dît, xwe, dîroka gelê me û dîroka me ya têkoşînê baştir fêm kir. Hevrêyê me yê ku di her mijarê de kûrbûna xwe esas girt, tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherand tevlîbûnek bi zanebûn û bû milîtanek pêşeng a Apoyî. Di vê pêvajoya perwerdehiyê de hevrêyê me Seyît rastiya dijmin baştir fêhm kir û karakterê şerê taybet ê dewleta Tirk zêdetir derxist zanabûnê. Hevrêyê me yê ku hêrsa wî ya li hemberî rastiya dijminê ku li ser bingeha înkara Kurd hewl dida hebûna xwe ava bike zêdetir dibû, bi bêsebiriyeke mezin li bendê bû ku di zûtirîn demê de berê xwe bide xebatên pratîk û hesaba dîrokî ji dijminê xwe bixwaze.

Hevrêyê me yê ku di perwerdehiyê de tiştên ku hîn dibû bi awayekî jêhatî dixist pratîkê, weke gerîlayekî hevgirtî û bihêz berê xwe da xebatên pratîk. Hevrêyê me bi saya vê taybetmendiyê barê hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşiya sivik kir û bi saya zîrekiya xwe ya pratîkî di demeke kurt de û bi awayekî herî baş xebatên girîng bi cih anî. Hevrêyê me yê ku li Amedê li gelek qadan gerîlatî kir, di her karê ku cih girtibû de ji bilî serkeftinê ti vebijark qebûl nedikir. Hevrêyê me Seyît ku ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li dijî gelê me û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, ji bo vê armancê bê navber têkoşiya. Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe ya sade, bi helwesta xwe ya dilnizm û bi hewldana xwe ya ji bo bibe milîtanekî pêşeng ê Apoyî hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bi helwesta xwe ya bê tawîz a li hemberî dijmin her tim li pêş bû.

Hevrêyê me Seyît ku 24'ê Cotmehê di dema êrîşên dijmin de bi hevrê Bedran û Ciwan re bi fedaîtî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû, bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng ku ciwanên Kurdistanê wê her tim ji xwe re mînak bigirin. Weke şopdarên hevrêyê me Seyît ku wezîfeya xwe ya li pêşberî gelê me di lûtkeyê de temam kir, em soz didin ku em ê layiqî bîranîna wî bin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin."