Partiya Sosyalîst a bi serokatiya Serokwezîr Pedro Sanchez (PSOE) bi partiyên din re ji bo vê qanûnîkirina berfireh hevdîtinan dimeşîne.
Li gorî metna pêşnûmeyê ya ku rojnameya El Pais bi dest xist, plan 'sererastkirineke taybet' datîne ber xwe. Armanc ew e ku bi qasî ku dikare bibe, gelek kes ji rewşa neqanûnîbûnê bê rizgarkirin.
Ev kesên ku heta 31'ê Kanûna 2024'an li Spanyayê neqanûnî diman, dema ku şert û mercên pêwîst bi cih anîn, wê bibin xwedî statuyeke qanûnî. Hikumet sicîla edlî ya paqij û ispata mayina li Spanyayê dike şert.
Li gorî ajansa nûçeyan a EFE'yê, bi vê sererastkirinê re zêdeyî 500 hezar kes dikarin qanûnî bibin.