Qeyûm karmendan li mala xwe dide xebitandin

Qeyemqam û qeyûmê Rêya Armûşê karmendên divê li avahiya qeymeqamtiyê xizmetê bidin gel, dibe mala xwe û di karê xwe yê taybet de dixebitîne.

Qeymeqamê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Abdûlkadîr Ûmût Kasman ku sala borî qeymeqam û qeyûmê navçeya Karaza Amedê bû û di meha Tebaxa borî de hat tayînkirin, di rojên borî de cihê karmendên qeymeqamtiyê de guhertin çêkir.

Kasman ku cihê gelek karbidestan ku di heyama berê de hatibûn tayînkirin guhert, beriya 3 hefteyan 4 karmendên Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî, ji bo karên xwe yên malê erkdar kir. Kasman yek ji karmendan ji bo xwedîkirina zarokê xwe û sê kesên din jî ji bo paqijiya mala xwe erkdar kir.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, karmend hefteyê 5 rojan diçin mala qeymeqam-qeyûm û karên wi yên taybet dikin. Hate hînbûn ku qeymeqam-qeyûm gef li karmendan dixwe ku ger baş nexebitin wê dawî li karên wan bîne.