Rojnamevanê ku PDK'ê ew revand, agahî jê nayê wergirtin

Edîtorê Servîsa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin, demeke agahî jê nayê wergirtin. Dayika Ehmed li aqûbeta kurê xwe dipirse.

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Mihemed Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin.

Malbata Silêman ji navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin. Li gorî malbatê, bavê Silêman 18`ê Sibata 2023`an bi temenê 66 saliyê de wefat kiribû û wê demê dihat payîn ku Silêman serdana malbatê bike. Lê ji ber şert û mercan Silêman piştî 8 mehan ango destpêka Cotmehê berê xwe daye Helebê û hatiye serdana malbatê.

Dayika Silêman, Sultana Ehmed diyar kir ku piştî ew ji Efrînê hatin koçberkirin (2018) Silêman ji bo kar û alîkariya malbatê berê xwe da bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê.

Sultana bi bîr xist ku serdana kurê wê piştî wefata bavê wî pêk hatiye û da zanîn ku dema ew hatiye Helebê hefteyekê li taxa Şêxmeqsûd maye.

Sultana anî ziman ku dema Silêman di ser rêya Başûrê Kurdistanê de bû, piştî ku deriyê Pêş Xabûr derbas kir agahî jê qut bûn û destnîşan kir ku herî dawî beriya ku deriyê Pêş Xabûrê yê di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbas bike, bi telefonê axivîne. Ev yek nîşan dide ku ji ailyê çekdarên PDK`ê ve hatiye revandin.

Dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed got ku zarokê wê hatiye revandin û bang li hemû ailyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa zarokê wê were eşkere kirin.