Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwan: Tirkiye li rojavayê Kurdistanê tawanên şer dike

Pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwan got, “Di hemû qonaxên tawanên şer de pêwîst e arşîv û data li ser tawanên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd bêne komkirin.”

Biryar Rafet Ehmed naskirî bi navê Biryar Şiwanî ku çalakvanê sivîl û pisporê hiqûqa navneteweyî ye, hevpeyvînek da ANF’yê.

Şêwirmendê siyasî û pisporê hiqûqa navneteweyî Biryar Şiwanî behsa tawanên dewleta Tirk a dagîrker kir ku li rojavayê Kurdistanê dike. Biryar Şiwanî wiha got, “Li gorî qanûnên navneteweyî her welatê ku êrişî welatekî din bike, Encumena Ewlehiyê ya Navneteweyî û civaka navneteweyî vê yekê wek tawana şer û tawana li dijî mirovahiyê bi nav dike. Tirkiye û Sûriye endamên Encumena Ewlehiyê ya Navneteweyî ne. Hincet çi dibe bila bibe, her êriş û tawanek ku welatek li dijî welatekî din bike, qedexe ye; bi taybetî eger ji nav welat êrişî ser binesaziya projeyên xizmetguzariyê bê kirin, ev yek wek tawana şer tê qebûlkirin. Eger welatekî din êrişî ser binesaziya xizmetguzariyê û pêwîstiyên bingehîn ên hemwelatiyan bike, wê demê tawan mezintir e.”

TIŞTA KU ÎRO LI XEZEYÊ RÛ DIDE, 10 SAL IN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RÛ DIDE

Biryar Şiwanî behsa wê bêdengiya navneteweyî ya li hember tawanên li dijî rojavayê Kurdistanê kir û got, “Em dibînin di van rojan de fokus û çav li ser mijara Xezayê ne, lê belê tişta ku li rojavayê Kurdistanê rûdide, tu kes behsa wê nake. Gelek sal in civaka navneteweyî, Komkara Erebî û welatên Rojhilata Navîn çavên xwe girtine û bê deng in li hember wê. Tişta ku îro li Xezayê tê kirin, li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî 10 sal in li rojavayê Kurdistanê tê kirin.”

RONDIKÊN TÎMSAHÎ JI BO XEZEYÊ DIRIJÎNIN Û LI HEMBER TAWANÊN LI DIJÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BÊDENG IN

Biryar Şiwanî her wiha behsa durûbûna cîhanê ya li hember tawanên li dijî rojavayê Kurdistanê kir û got, “Mixabin em rojane wê durûbûn û wan rondikên tîmsahî dibînin ku ji bo Xezayê tên kirin, lê belê Komkara Erebî jî tê de, li hember tawanên li dijî rojavayê Kurdistanê hemûyan bêdengî hilbijaertiye. Tişta ku li dijî rojavayê Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve tê kirin, li gorî qanûnên navneteweyî tawaneke mezin e.”

PÊWÎSTE TAWANÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI DIJÎ GELÊ KURD BÊNE ARŞÎVKIRIN

Biryar Şiwanî behsa girîngiya bibelgekirina wan tawanên şer kir ku li rojavayê Kurdistanê tên kirin û pêşniyar kir ku, “Di hemû qonaxên tawanên şer de pêwîst e arşîv û data li ser tawanên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd bêne komkirin. Di sala 1988’an de dema ku rejîma Be’esê bi serkirdayetiya Sedam Hisên tawanên mezin li hember gelê Kurd dikirin li başûrê Kurdistanê, piştî Raperîna sala 1991’yan me karî em wan arşîv û datayên taybet bi wan tawanan bigihînin civaka navneteweyî û di sala 2003’yan de piştî rûxîna rejîma Be’esê ev tawan hatin qanûnîkirin û di destûra bingehîn de qala wan hate kirin.”

Biryara Şiwanî behsa çawaniya cezakirina dewleta Tirk a dagirker kir ji ber wan tawanên şer ku li dijî gelê Kurd dike û wiha axaftina xwe domand, “Ev tawanên ku niha Tirkiye dike, rojavayê Kurdistanê dikare bi du qonaxan li ser bixebite. Qonaxa yekem her karekî terorîstî ku li dijî rojavayê Kurdistanê tê kirin, divê bê arşîvkirin û data bêne parastin da ku rojek ji rojan di dadgehên navneteweyî de li dijî desthilatdarên Tirk bêne bikaranîn.”

DIVÊ HIKUMETA SÛRIYEYÊ GILIYÊ TIRKIYEYÊ BIKE

Di berdewamiya axaftina xwe de Biryar Şiwanî wiha got, “Qonaxa duyem bi rêya hikûmeta Sûriyeyê li hember tawanên şer ên Tirkiyeyê gilî di navendên navneteweyî de gilî bêne tomarkirin. Ji ber ku di dawiyê de rojavayê Kurdistanê di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de ye. Her wiha rojavayê Kurdistanê hevkareke baş bû di jinavbirina DAIŞ’ê de li Sûriyeyê û ev yek jî di berjewendiyên giştî yên hikûmeta Sûriyeyê de ye.”