Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) 19’ê Cotmehê ragihand ku wan hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li Mexmûrê vekişandin. Hêzên hikûmeta Iraqê li nuqteyên vala mayî, bi cih bûn. Her wiha 22’yê Cotmehê hêzên PDK’ê bi daxwaza bi cihbûna van nuqteyên ku hêzên Iraqê lê bi cih bûne, êrîş bir ser hêzên Iraqê û şer derket. Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak têkildarî van geşedanan ji ANF’ê re axivî.
‘GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ XELKÊ HERÊMÊ JI KOMKUJIYAN RIZGAR KIR’
Filîz Bûdak diyar kir ku di sala 2014’an de li Rojavayê Kurdistanê, Şengalê, Mexmûrê, Başûrê Kurdistanê û Iraqê êrîşên berfireh ên çeteyên DAÎŞ’ê hatin destpêkirin û wiha axivî: “Di van êrîşan de bi hezaran Kurd û neteweyên din di qirkirinê re hatin derbaskirin, komkujî hatin kirin. Di êrîşa ku 6’ê Tebaxa 2014’an de li ser Mexmûrê pêkanîn de, li ser bangawaziya xelkê Mexmûrê, hikûmeta herêma Kurdistanê û bi êrêkirina Iraqê hêzên HPG û YJA Starê ji çiyayên Kurdistanê ji bo parastina vê civakê û herêmê, li Çiyayê Qereçoxê bi cih bûn. Ji pêvajoya 2014’an heta Îlona 2023’an erka xwe ya parastinê li hemberî xelkê Mexmûrê pêkanîn. Bêguman bi vê re ne tenê xelkê Mexmûrê parastin, ketina DAÎŞ’ê li herêma Kurdistanê bi taybet ketina wê ya li Hewlêrê û gund û navçeyên Mexmûrê asteng kir. Li cihên ku bi cih bibûn jî derxist. Li Kerkûkê jî ev şer dan meşandin. Ji ber vê yekê di şikandina DAÎŞ’ê de di asta giştî ya cîhanê de mirov dikare bibêje Gerîlayên Tevgera Azadiyê qedemeyek berbiçav bi dest xistin. Hemû cîhan jî şahidî ji vê yekê re kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê çawa gelên herêmê di bin zordariya çeteyên DAÎŞ’ê xilas kirin û şikestin pê re dan kirin. Dewletan nekarîn li beramberî DAÎŞ’ê şer bikin, lê gerîlayên HPG û YJA Starê ev yek bi awayekî serkeftî kir û gelek civakên li wan herêman ji komkujiyê rizgar kirin. Hatina wan a li Mexmûrê jî li ser vê esasê bû.”
‘PDK’Ê HEBÛNA KURD LI KURDISTANÊ WEKE SEDEMA ÊRÎŞAN DÎT!’
Bûdak da zanîn ku hêzên spasiya gerîlayên HPG’ê û YJA Starê kirin û gotin hebûna we ji bo me li vir cihê rûmet û ewlehiyê ye, bi demê re di çarçoveya guhertina berjewendiyên xwe yên siyasî de bi taybet mala Barzanî ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re, hebûna HPG û YJA Starê li vir her tim weke sedemê êrîşan nîşan da. Bûdak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet ji sala 2017’an ve êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê bi hebûna HPG û YJA Starê ve girêdan. Neteweyên Yekbûyî (NY) heta asteke destê xwe ji wargehê kişand, hikûmeta Iraqê heta asteke erk û berpirsiyariyên xwe ya li hemberî Mexmûrê pêk neanî û mala Barzanî her tim hebûna PKK’ê ya li Kurdistanê, ango hebûna Kurd li Kurdistanê weke sedemê êrêkirina êrîşên dewleta Tirk da pênasekirin.”
‘HEBÛNA HPG Û YJA STARÊ LI MEXMÛRÊ TEMÎNATA EWLEHIYÊ BÛ’
Bûdak destnîşan kir ku HPG’ê bi xwe biryarek girtibû ku êdî li vir erka xwe temam kiriye, êdî pêwîste erka parastina civakê radestî jin, ciwan û şêniyên wargehê were kirin û wiha dom kir: “Ji bo ku hincetên êrîşên li ser Mexmûrê rakin û ji ber biryara ku bi xwe dabûn, bi vî rengî ji wargehê vekişiyan. Gelek hêzên xêrnexwaz dixwazin vê li aliyekî din ve bibin ku weke ev lihevhatinek bi hikûmeta Iraqê re ye. PKK’ê ne rêxistinek wisa ye ku di bin bandora hin hêzan de biryarê bide. Vekişîna HPG û YJA Starê bi temamî ji ber berjwendiyên wargehê pêk hat. Bêguman weke civak li vê derê hebûna wan temînata ewlehiya me bû. Civak heta niha jî naxwaze tiştekî wiha qebûl bike. Lê vê jî dizanin ku kengî pêwîstî pê hebe, kengê bi êrîşekî re rûbirû bimînin, yên ku li vir amade bin ev hêz e. Lê mirov bixwaze nexwaze di aliyê hestyariyê de ev yek di nava civakê de valatiyek dide avakirin. Lê bizanebûna ku HPG ev erk radestî me kiriye tevgeran jî, heta astekî pêşî li hestên din digre.”
‘HIKÛMETA IRAQÊ RÊ LI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NEGIRT’
Bûdak bilêv kir ku piştî vekişina HPG û YJA Starê ji herêmê, rageşî di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de derket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên ku li ser wargehê hemû jî li ser xaka Iraqê hatin kirin. Ji 2017’ê heta niha xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin û li vê derê kesên ku di bin parastina wê de ne tên qetilkirin, malên wan tên talankirin. Lê hikûmeta Iraqê helwesteke ku rê li ber êrîşan bigire nedaye. An jî hêza kooalîsyonê ya li Iraqê ji bo girtina qada hewayî ji dewleta Tirk re tu pêngav ne avêtine.
Em nikarin bibêjin wê bi vekişîna HPG’ê re hikûmeta Iraqê ji sedî sed parastina wargehê bi temamî bigire ser xwe. Ji ber ku dema HPG li vir jî bû ne li nava wargehê, li çiyan bû. Lê cihên ku dihatin bombebarankirin nava wargehê bûn, mizgeft, mal û cihên nêzîkî dibîstanê bûn. Êrîşa herî dawî ji derveyî wargehê çêbû. Şehîd Dilovan bi kîlometreyan dûrî wargehê hat qetilkirin. Êrîşa di 13’ê mehê de li dijî malekê pêk hat ku li derdorê wê dibistan hebûn û çend dibistanên me zirar dîtin. Di vê kêliyê de xwendevan li dibîstanê bûn, dibe ku rewşeke pir cuda jî biqewimiya. Lewma em nikarin bibêjin wê temamî parastina wargehê bikin, lê sozên ku hatine dayîn, hevdîtinên ku tên kirin hene ku wê ji îro û şûn de erka xwe ya parastinê bikin. Niha li Qereçoxê bi cih bûne, lê heta niha gavekî şênber nehatiye avêtin.”
‘PDK DIXWAZE DEWLETA TIRK LI QEREÇOXÊ BI CIH BIKE’
Bûdak bal kişand bi ser şerê di nava artêşa Iraqê û çekdarên bi ser PDK’ê û wiha axivî: “Ên êrîş kir PDK bû. Timî me ev yek anî ziman, bicihbûna PDK’ê li dora Mexmûrê xeteriyek çawan bi xwe re tîne? Dibe ku pir kesan digotin Kurd çima naxwazin Kurd li dora wan bi cih bibin, lê ew Kurdê ku cilê xwe li endamê MÎT’ê kir û anî li Qereçoxê bi cih kir. Di êrîşa 22’yê Cotmehê şerê di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de derketî, ji çeperê pêşmergeyan kesek hat kuştin ku endamê MÎT’ê bû û cilên pêşmergeyan li ber bûn. Çima PDK dixwaze li çiyayê Qerecoxê bi cih bibe? Ji ber ku dixwaze di bin navê xwe de, dewleta Tirk li wir bi cih bike. PDK ji 2019’an û vir ve li ser Mexmûrê ambargoyê pêk tîne. Her sal ji dibistanên me yên amadeyî xwendevan mezûn dibin, lê PDK nahêle ku xwendevan biçin herêma Kurdistanê û zanîngehê bixwînin. PDK ew e ku sala 2019’an nehêla dayik di seytereyên wan de zarokên xwe bibin nexweşxaneyê, heta ku zarok di destê dayika xwe de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tişta herî balkêş ew e ku PDK’ê 7 wargeh li ser xaka Kurdistanê bi me dane guhertin. Bi fikra ku em ê biçin Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, em penaber bûn. Lê PDK’ê bi darê zorê em ji 7 cihan derxistin. Agir berdan konên me, sewalên me talan kirin, bi çekê êrîşî me kirin û mirovên me qetil kirin. Het astekî wisa ku serê du kesên 60 salî jêkirin û birin firotin dewleta Tirk. Lewma em naxwazin PDK li Çiyayê Qereçox bi cih bibe. Ev hemû tiştên ku me rêz kirî, bi destê mala Barzan û PDK’ê bi serê me hatiye. Eger PDK li Qereçoxê bi cih bibe, ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk û MÎT li Qereçoxê bi cih bibe û Mexmûr bi komkujiyekê re rû bi rû dimîne. Di encama van pevçûnan de wê çi biqewime, hîna ne diyar e.”
‘BI CIH BÛNA PDK’Ê JI BO ME XETERÎ YE’
Bûdak bi bîr xist ku ew der xaka Iraqê ye û wiha domand: "Li gorî madeya 140’an xala ku niha şer li ser tê meşandin, xala nakok e. Di rojên pêşiya me de, wê kî li wir bi cih bibe, nayê zanîn. Lê li wir bi cihbûna PDK’ê ji bo me xeterî ye. Lê em bêjin heyîna Iraqê wê ji bo me bi rengekî tam bi ewle be, ew jî wê zêde ne rast be. Lê li vir xaka Iraqê ye, yê ku hiştî em li vir bi cih bibin hikûmeta Iraqê ye. Yanî tu eleqeya xwe bi PDK’ê re nîne. Yê ku nahêle em bikevin Kurdistanê, PDK ye. Xwesteka PDK’ê ya bi cihbûna li Qereçoxê, vê pirsê tîne hişê mirov; gelo dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê li derdora Mexmûrê çi bide kirin? Heta niha hîna li hevhatinek çênebûye, encamekî ber bi çav derneketiye holê. Rewşa niha tê jiyankirin, rewşeke bi nakok e.”
‘DIVÊ EM PARASTINA XWE YA CEWHERÎ XURT BIKIN’
Bûdak got ku divê weke civak ew parastina xwe ya cewherî xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çi dibe bila bibe, divê em weke civak parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Em di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de dijîn. Ji bo ku hêzeke ji bo ne xeter li wir bi cih bibe, divê em hemû aliyên dîplomatîk bi kar bînin. Bi taybet gel vê yekê nîqaş dike. Divê Neteweyên Yekbûyî xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derkeve. Heta niha digot, ‘ew der herêmeke çekdarî ye, em nikarin werin.’ Lê ev hinceta wan jî ji holê rabû. Eger hikûmeta Iraqê gavên berbiçav bavêje, yanî pirsgirêkên civakê çareser bike, hingê dibe ku di navbera hikûmeta Iraqê û Mexmûrê de têkîliyên baş pêş bikevin. Di vî alî de hêviyên gel hene; çêkirina nasnameyan e, pêşwazîkirina pêwîstiyên civakê û pêkanîna şert û mercên ewlehiyê.”