'Em berxwedana hevrê Bêrîtan ji xwe re esas digirin'

Gerîlayên YJA Starê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Em îro li çiyayên Kurdistanê têkoşîn û berxwedana hevrê Bêrîtan esas digirin û li dijî dijmin şer dikin."

Gerîlayên YJA Starê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi bîr anîn. Di sala 1992’an de hêzên hevkar li Başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiya Kurd dest bi şerekî qirêj kirin. Fermandar Bêrîtan ku li dijî xiyanetê berxwedaneke mezin nîşan da, ji bo teslîmî hêzên hevkar nebe di 25'ê Cotmeha 1992'an de xwe ji zinarên Lêlîkanê avêt. Piştî çalakiya Şehîd Bêrîtan, di nava Tevgera Azadiya Kurd de bingeha artêşbûna jinê hate avêtin.

Gerîla Arîn Merwan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora çalakiya Şehîd Bêrîtan û wiha got; "Ez Fermandar Bêrîtan Hêvî di 31’emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke ku tê zanîn Fermandar Bêrîtan yek ji fermandarên me yên jin ên yekemîn e ku di nava tevgera azadiyê de têkoşiyaye. Hevrê Bêrîtan tevî hemû êrîşên dijmin serî netewandiye û ti carî îxanet û teslîmiyetê qebûl nekir. Hevrê Bêrîtan bi berxwedan, çalakî, helwest û têkoşîna xwe bandorek mezin çêkir. Ji bo ku nekeve destê dijmin pêşî çeka xwe dişkîne û piştre xwe ji zinarê davêje. Piştî vê çalakiya mezin û bi bandor biryara avakirina artêşbûna jinê hate girtin. Bi saya hevrê Bêrîtan asta têkoşînê hîn zêdetir bilind bû. Di heman demê de berxwedana jinê ji Hevrê Zîlan heta hevrê Viyan gihîşt nuqteyeke xurtir. Em li ser bingeha têkoşîn û berxwedana Bêrîtanan, Zîlanan û Viyanan têdikoşin. Em li ser esasê têkoşîn û berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Viyan têdikoşin. Tevgera jinan û rêxistina jinan roj bi roj li bajar û çiyayan mezin dibe. Êdî jin li dijî her cure êrîşan serî hildidin û xwe diparêzin.

Gerîla li çeperên şer û tunelan berxwedana xwe ya li hemberî dijmin didomînin. Bi taybet gerîlayên jin çalakiyên bi bandor û encamgir pêk tînin. Mînak Hevrê Sara û Rûken bi çalakiyên xwe yên fedaî dijmin matmayî hiştin. Têkoşîn û berxwedana me ya îro li ser esasê nirxên ku van hevrêyên şehîd afirandine pêk tê. Weke gerîlayeke YJA Starê ez ê li ser şopa Hevrê Bêrîtan bimeşim. Şert û merc çiqas dijwar bin jî pêwîste ciwan tevlî tevgera azadiyê bibin. Bi vî awayî em dikarin tola hevrêyên xwe ji dijmin hilînin û xeyalên wan pêk bînin. Rêber Apo di nirxandinên xwe de dibêje, 'Eger ji bo jinê yek jiyan hebe, ew jî jiyana azad e'. Weke gerîlayên jin em jî vê yekê esas digirin.”

HEVRÊ BÊRÎTAN FERMANDAREKE PÊŞENG BÛ

Gerîlaya din a YJA-Starê Raperîn Zinar, jî diyar kir ku ew îro li eniyên şer bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan li dijî êrîşên dewleta Tirk şer dike û got, “Berî her tiştî ez hemû şehîdên me di şexsê Hevrê Bêrîtan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Hevrê Bêrîtan yek ji fermandarên me yên mezin û pêşeng e. Hevrê Bêrîtan bi çalakiya xwe ya mezin di avakirina artêşbûna jinê ya azad de rolek mezin lîst. Weke şopdarên Hevrê Bêrîtan em ê li ser xeta berxwedanê ya ku wê li pey xwe hiştiye bimeşin. Hevrê Bêrîtan li dijî îxanet û hevkariyê berxwedan hilbijart. Weke gerîlayên YJA Starê em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin.”