Li Krasnodarê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li herêma Krasnodar a Rûsyayê li hev kom bûn, pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, her wiha Şehîd Menaf Nadir bi bîr anîn.
Kurdistaniyên li herêma Krasnodar a Rûsyayê li hev kom bûn, pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, her wiha Şehîd Menaf Nadir bi bîr anîn.
Li navenda “Mala Kurda” ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê bi wesîleya roja şehîdan, Kurdistaniyên herêmê civînek li dar xistin û şehîdên meha Gulanê bibîranîn.
Civîn ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre li ser dîrok û wetayê rojê hate axaftin. Di civînê de kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku bibûn ruhê têkoşîna şoreşgerî, her wiha şehîdê qada Soviyrta berê şehîd Menaf Nadîr bi rêzdarî hatin bibîranîn.
Endamê KNK’ê Feyzo Huseyin, di civînê de mafê axaftinê girt û behsa serpêhatî, têkoşîn, wate û girîngiya keda van şehîdên pîroz kir.
Endamê Rêvebiriya Rêxistina Kurdên Krasnodarê Berzanî Hemîd Elî ku di heman demê de kur apê şehîd Menaf e jî, li ser dîrok û keda şehîd Menaf axivî û û got, “Gelê me yê Soviyêta berê bi şehadata wî pir bibandor bûn. Ji bo tol bê rakirin, tevlî kar û xebatên têkoşîna azadiyê bûn.”
Civîna bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Piştî civînê li ser navê şehîdên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û şehîdê Kurdên Soviyêta berê Menafê Nadir xêr hate dayin.
Li vir jî Rêvebirê rûspîyên qada Krasnodarê Îsa Ehmed axivî. Di axaftina xwe de di şexsê Şehîd Menaf de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û behsa bandora lêhengiya şehîdan a li ser civak û demê kir.
Çalakiya li vir jî bi dûa û dirûşma ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.