Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand ku hêzên YJA Starê bi teknîka sabotajê 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Xakurkê pêk anî, ev daxuyanî dabû: “9’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Starê dagirkerên ku di navbera qadên Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan de xistin bin kontrolê. Piştre bi taktîka sabotajê li van dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin hatin cezakirin.”