Nûnertiya HDP’ê ya Başûr: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê demildest bê rakirin

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û li dijî tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir.

Nûnertiya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Nûnertiya HDP’ê di daxuyaniyê de got; “Em bi tu awayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û bang li gelê Kurd dikin ku ji bo rakirina tecrîdê bi hev re li her qadan têbikoşin. Tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd tê wateya tecrîda li ser tevayî gelê Kurd.”

Daxuyaniyê ji aliyê endamê nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Agir Guneş ve hat xwendin. Guneş got; “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin, bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku tecrîda li ser Rêber Ocalan di heman demê de tecrîda li ser gelê Kurd e. Em bang li desthilata dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê dikin ku dest ji polîtîka û hewildanên tunekirina gelê Kurd berdin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Guneş got; “Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û têbikoşe, da ku dewleta Tirk neçar bimîne tecrîdê rake.”