Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê berdewam dike

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Koma 28’an çalakî dewr girt.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê hat destpêkirin. Nobeta Azadiyê bi dewrgirtina koma 28’an li Saziya Malbatên Şehîdan berdewam dike.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo giyanê şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 27’an Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû axivî. Encû, çalakiya greva birçîbûnê ya dîlgirtiyên ji doza PKK û PAJK'ê silav kir û got: “Em heta dawiyê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dikin. Heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê çi ji destê me were em ê bikin.“

Encû bal kişand bi ser biryara Japonyayê ya derxistina PKK‘ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ û got: “Ev pêngavek girîng e. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku hemû dewletên ku PKK xistiye lîsteya ‘rêkxistinên qedexe’ di demek nêzîk de derbixin. Em jî wek xelkê wargehê wê sozê didin ku heta azadiya Rêbertî û Kurdistanê em ê li ser rêya Rêbertî û şehîdan bimeşin.”

Piştî axaftinan koma 28’an bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û  “Bê Serok jiyan nabe’ çalakî dewr girt.