Emîn Guler ê ji sedî 90 astengdar jî tevlî greva birçîbûnê bû

Girtiyê ji sedî 90 astengdar Emîn Guler jî tevlî greva birçîbûnê ya dorveger bû ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja 5’an de ye. Çalakiya ku ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve 27’ê Mijdarê hate destpêkirin, wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê serdana girtiyên li girtîgehên girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 û 2 kirin û derbarê pirsgirêkan û rewşa dawî ya girtiyan rapor amade kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê 3 girtî di greva birçîbûnê de ne û rêveberiya girtîgehê, hemû daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih nayîne.

Di raporê de hat ragihandin ku nêzî 60 girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê tên ragirtin, li qawîşeke girtîgehê 27’ê Mijdarê greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin û li Tîpa T a Hejmar 2 ji her qawîşê wê 2 girtî bi navbera 10 rojan di greva birçîbûnê de bin û hat diyarkirin ku di nava koma di greva birçîbûnê de girtiyê ji sedî 90 astengdar Emîn Guler jî heye. 

DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ PÊKANÎNÊN DERHIQÛQÎ

Birayê Guler Ahmet Guler têkildarî hevdîtina bi telefonê ya bi birayê xwe re kirî, ev tişt got: “Birayê min got ku ji bo demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Her wiha ji bo pêkanînên derhiqûqî yên li girtîgehê û şewitandinên înfazê bi dawî bibin, dest bi grevê kiriye. Ji ber ku birayê min dest bi grevê kiriye, xwestin wî bibin hucreyê. Heta hucreyê jî birine, piştre gotine ‘hucre tejî ne’ û ew dîsa vegerandin qawîşê. Dema biriban hucreyê jî û dema ketin greva birçîbûnê, wê tenê bi av û xwê ew di hucreyê de ragirtiban. Birayê min got, ‘Eger ez biribam hucreyê, pêkan bû ku heta pêvajoya 10 rojan diqediya wê ez li wir hatibam hiştin’.”