HPG: Artêşa dagirker 39 caran bombe kir, qadên niştecihiyê zirar dîtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin; gelê herêmê zirar dîtiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên ku 30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê hatine kirin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Di van bombebaranan de ti windahiya hêzên me yên gerîla çênebûn, lê baxçe û qadên niştecihiyê yên gelê me yê herêmê zirar dîtin.”

Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên hatine kirin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

*29’ê Mijdarê di saet 9.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li çeperekî hate xistin.

*1’ê Kanûnê di saet 9.00 û 13.20’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin, dagirkerek birîndar bû û tevgera dagirkeran hate sekinandin.

*1’ê Kanûnê di saet 16.00, 17.00 û 17.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin, derb li çeperekî hate xistin û tevgera dagirkeran hate sekinadin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

*29’ê Mijdarê di saet 13.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Herêma Metîna;

*30’ê Mijdarê di saet 10.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

*29 û 30’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

*30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê 3 caran bi gazên kîmyewî û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

*30’ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

*30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê qadên Deşta Kafya, Gundê Zêvkê, Gundê Rêbînê, Gundê Dêreşê, Girê Zengil, Gundê Kanîgûzê, Gundê Girikreşê ya herêma Garê 13 caran, Gundê Bêşîlî, Gundê Şêlazê, Gundê Dergelê, Gundê Xankê, Gundê Bazê ya herêma Metînayê 10 caran, qadên Ava Lolanê, Kendakola, Girê Şehîd Şerîf, Sinînê, Xinêra Jor, Goşînê ya herêma Xakurkê 12 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qada Gundê Bobrîska ya herêma Qendîlê 1 car; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

*30’ê Mijdarê û 1’ê Kanûnê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi helîkoptera êrîşê hatin bombekirin.

*Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.