Cenazeyê keça wê di qartonê de hate radestkirin: Bila ji me bitirsin!

Asiye Elçîçek a ku cenazeyê keça wê şehîd Axîn Seydo (Menfiyat Elçîçek) di qartonê de radestî wê hate kirin, wiha got: “Ez bi hêrs im. Ez serbilind im, çi dikin bila bikin, dê nekarin me, bila ji me bitirsin.”

Di 14 û 15’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marînos a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayên HPG-YJA Starê û leşkerên Tirk de şer û pevçûn derketibû. Di pevçûnê de gerîlaya YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo), Berna Yalman (Hîra Hêvîdar), Guler Ozbey (Nûpelda Sêrt), Azad Satilmiş (Azad Zagros) û Tûgay Çelîk (Reşît Hogir) şehîd bûn. Piştî ku Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê agahî da malbata Elçîçek, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Piştre jî cenazeyê Elçîçek bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû definkirin. Du roj berê jî Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê, cenazeyê Elçîçek di torbeyekî şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê kir.

‘RÊBAZA ÊŞKENCEYÊ’

Dayika Asiye Elçîçek got ku ew 5 sal in ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe ketibûn nava hewldanan, lê radestkirina cenaze di nava qartonê de rêbazeke êşkenceyê ye. Asiye Elçîçek anî ziman ku ew li hemberî radestkirina cenaze ya bi vê rêbazê pir bi hêrs in û got: “Ew ji me ditirsin.”

Dayika Elçîçek diyar kir ku ew bi hêrs in û wiha got: “Dema ku min cenazeyê keça xwe bi wî rengî wergirt, min got, ‘ez qurbanê van cenazeyan bibim’. Polîsan dor li min girt, lê nekarîn tiştekê bikin. Ez 5 sal in li benda cenazeyê keça xwe me. Min her tim digot, ‘xwezî ez cenazeyê keça xwe bibînim’. Dema ku min cenazeyê keça xwe di wê qartonê de wergirtî, ez xemgîn bûm û bi hêrs bûm. Lê aliyekê min jî baş hîs dikir. Ji ber ku hin dayik hîna jî li hestiyên zarokên xwe digerin. Min cenaze anî mala xwe û ez serbilind im.”

Dayika Asiye Elçîçek got: “Ew çi bikin, dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin jî ji tirsa me dikin.”