Cenazeyê şehîd Nûpelda li Sêrtê hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Guler Ozbey a ku di şerê li herêma Marînosê de şehîd bûbû, hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Guler Ozbey a ku di şerê li herêma Marînosê de şehîd bûbû, hate veşartin.
Cenazeye gêrîlaya YJA-Starê Guler Ozbey (Nûpelda Sêrt) a ku di pevçûnên 14 û 15’ê Îlona 2018’an li herêma Katoyê Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê derketibû de, li gel 4 hevalên xwe şehîd bûbû, li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêrtê hat veşartin.
Dema ku Ozbey şehîd bû, ji malbata wê re agahî hat şandin û malbata şehîdê jî mînakên DNA’yê dan. Cenazeyê Ozbeyê bêyî ku malbat were agahdarkirin, li Colemêrgê hat veşartin. Di 29’ê mijdarê de Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, malbata Ozbey geriya û destnîşan kir ku cenazeyê Ozbeyê li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Malbat duh çû Stenbolê û ATK’ê cenazeyê Ozbeyê di nava nîv torbeyê cenazeyan de teslîmî malbatê kir.
Cenazeyê Ozbeyê ji hêla malbatê ve li gundê Lodê yê Dihê hat veşartin.