Namzetê Partiya Teqedim Tamir Nayîf Xelef: Ji sala 2003'an û vir ve mafê me winda ye

Di hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ên Iraqê de namzetê Partiya Teqedim a Êzidiyan Tamir Nayîf Xelef diyar kir ku ji sala 2003'an û vir mafê Şengalê winda ye û bal kişand ser girîngiya tifaqa Êzidiyan a di hilbijartinê de.

Namzetê Partiya Teqedim a Êzidiyan Tamir Nayîf Xelef ku di hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Iraqê de di lîsteya 161'ê ya Kotaya Êzidiyan de namzet e, ji ANF'ê re axivî.

Tamir Nayîf anî ziman ku ji sala 2003'an û vir ve civaka Şengalê ji hemû mafên xwe yên xizmetguzariyê bêpar hatiye hiştin û ji bo dawî li vê neheqiyê bîne ew bûye namzet.

Tamir Nayîf diyar kir ku rêveberiya Şengalê ya beriya fermanê tiştek ji Şengalê re nekir û xwe weke Êzidî li nava Encûmena Parêzgehê neda qebûlkirin.

Nayîf ragihand ku li Şengalê zêdeyî 20 daîre hene, lê piraniya wan ne di destê Êzidiyan de ne û got, "Ji ber vê yekê em heta niha mane weke xwe. Pêwîste hemû daîre bikevin destê Êzidiyan û ew bi xwe pêwîstiyên gel diyar bikin. Ji bo pêkanîna vê yekê jî min xwe kir namzet."

Nayîf destnîşan kir ku weke civaka Êzidî ew nema rêveberî û desthilatdariyekê li ser xwe qebûl dikin, qebûl nakin ku kes û partiyek ji derve wan kontrol bike.

Tamir Nayîf bal kişand ser girîngiya helwesta hevpar a civaka Êzidî ya di hilbijartinê de û got, "Eger xelkê me yê li kampan niha li ser xaka xwe bûna, wê partiyên Êzidiyan karîbûna zêdeyî 5 nûnerên xwe bişanda parlamentê, her wiha nûnerên xwe tevlî encûmena parêzgehan bikira. Ji bo lîsteyekê pêwîstî bi 30 hezar dengan heye. Em jî li vir dibêjin ku gelek aliyên siyasî dixwazin dengê civaka me belav bikin û wan bêîrade bikin."

Partiya Pêşveçûnê ango Teqedim, yek ji pêkhateyên Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şengalê kar dike.