Tulay Hatîmogûllari: Divê greva birçîbûnê bi ser bikeve, em tecrîdê bişikînin

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku dewleta Tirk biryar li ser dewamkirina êrîşên li dijî Rojava û gelê Kurd daye. Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û berxwedana greva birçîbûnê silav kir.

Hevseroka Giştî yıa Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari ji bo hin danûstandinan hat Dîlokê. Tulay Hatîmogûllari destpêkê çû navçeya Şahînbeyê û bi gel re civiya.

Tulay Hatîmogûllari greva birçîbûnê ya girtîgehan bi bîr xist ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kiriye û got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam dike. Tecrîda ku bi salane tê kirin gihîştiye asteke giran ku nayê qebûlkirin. Em ji vê derê bang li CPT û hemû rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî dikin ku wezîfeya xwe bi cih bînin."

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan greva birçîbûnê destpê kiriye.

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku greva birçîbûnê wê heta meha Sibatê bi dorvegerî dewam bike û got, "Armanc ji greva birçîbûnê rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ev tê vê wateyê: pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser bikin. Yanî mirov ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê. Em hêvîdarin ku greva birçîbûnê beriya rûdana tabloyeke giran, bi pêkanîna daxwazên çalakgeran bi ser bikeve û bi dawî bibe."