TJA û TUAY-DER’ê ji bo Makbûle Ozer bang kir

TJA û TUAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî biryara ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” ya ji bo Makbûle Ozer a 81 salî, da û xwest ku li gorî rewşa tenduristiya wê ya niha rapor were nûkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), têkildarî biryara ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” ku ji bo Makbûle Ozer a 81 salî da li ber avahiya TUAY-DER’ê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (Med TUHAD-FED), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku wêneyê Ozerê hate hilgirtin de pankartên “Ji Dayika Makbûle Ozer re edalet” û “Dayîk afirînerê jiyanê ne, cihê dayikan ne heps û zîndane” hatin vekirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray, bal kişand ser nexweşiyên giran ên Ozerê û wiha got: “Desthilat bêyî ku nexweşiyan li ber çavan bigire diavêje hefsê. Cihê dayikan ne nexweşxane ye, malên wan e.”

Hevseroka TUAY-DER’ê Hatîce Guneşê diyar kir ku girtiyên ku mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin nikarin xwe bigihînin tedawiyê û ber bi mirinê ve diçin. Guneş, da zanîn ku rapora ji sedî 61 astengdariyê ya Ozer û nexweşiyên wê yên weke tansiyon, şekir, bêhntengî, liv û tevgera bi zehmetî hene. Guneş, anî ziman ku Ozer di girtîgehê de jî gelek caran bi ser hişê xwe ve çûye, destê wê şikestiye, bi zehmetî meşiyaye, ji ber janên xwe neçar maye ku her roj serûmê bistîne, bi şevan qet naraze û di laşê wê de her tim jan hene.

Guneş, bi lêv kir ku ATK’ê bi rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” ya têkildarî girtiyên nexweş amade dike, bi awayekî aşkere wan ber bi mirinê ve dibe û wiha got: “Qedera girtiyên nexweş tedawî nebûn an jî mirin nîne. Ev eziyeta ku desthilat bi awayekî bizanebûn ji girtiyên nexweş re rewa dibîne, di serî de li dijî rûmeta mirovahiyê ye û li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye.”

Guneş, got ku “Ji bo cezayê li dayika Makbûle hatiye birîn bê taloqkirin, em banga berpirsyartiya wijdanî li Wezareta Dadê dikin” destnîşan kir ku divê pêvajoya ATK’ê jinûve bê destpêkirin, li gorî rewşa tenduristiya wê ya niha raporeke nû were amadekirin. Guneş, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş û pîr dê ji bo hemû girtiyan têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamentera HEDEP’ê Adalet Kaya jî anî ziman ku biryara têkildarî Ozerê wijdana gelê kurd birîn kiriye. Kaya, diyar kir ku her roj biryareke li dijî rûmeta mirovahiyê ya nû derbarê kurdan de tê dayîn û wiha got: “Ev biryara hate dayîn dijhiqûqî ye û bêwijdanî ye. Biryareke ne li gorî darazê ye. Em ji vir bang li hikumetê û Wezareta Dadê dikin: Bila ji vê biryara ku êrişa mafê jiyanê ye paş ve gav were avêtin. Em ê nehêlin her roj cenazeyên Kurdan ji girtîgehan derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Dayika Makbûle rumeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bûn.