Ji bo şehîda ku cenazeyê wê di qartonê de hate radestkirin, meş hate kirin

Ji bo şehîd Axîn Seydo ku cenazeyê wê di qartonê de hate radestkirin, li Hezexê meş hate kirin.

Di 14 û 15’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marînos a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayên HPG-YJA Starê û leşkerên Tirk de şer û pevçûn derketibû. Di pevçûnê de gerîlaya YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) şehîd bûbû. Cenazeyê Elçîçek piştî 5 salan şûnde di qutiyeke qarton de radestî malbatê hate kirin. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê, bi tevlîbûna parlamenterên HEDEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan,Mehmet Zeki Îrmez, Meclisa Dayikên Aşitiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rêxistinên HEDEP'ê yên navend û navçeyan û gelek kes ber bi mala Elçîçekê ya li navçeya Hezexê ve bi dirûşmeya “Axîn rûmeta me ye” meşiyan.

Girseya ku li ber deriyê nexweşxaneya Hezexê kom bû, heta mala Elçîçekê meşiya. Girse li ber malê ji aliyê malbatê ve hate pêşwazîkirin. Serdana şînê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Parlamantera HEDEP’ê Newroz Ûysal Aslan a li vir axivî, diyar kir ku rêbazê radestkirina cenazeyî ya malbatan nayê qebûlkirin û wiha got: “Bi salane bi vî awayî dixwazin ku malbatên me bişkînin û di tekoşînê de paş ve gavê bidin avêtin. Bi salan e cenazeyên malbatan nadinê. Dema ku cenazeyan didin jî yan di qutiyên qartonan de yan jî di kisikan de didin. Em vê qebûl nakin. Em van pêkanînan qebûl nakin em destdirêjiya li ser cenazeyên vî gelî qebûl nakin. Dewleta Tirk bi salan e li dijî zimanê me, hebûna me û nasnameya me êriş dike. Dijminatiya wan bi kuştina me jî dilê wan rehet nabe. Lê tevî vê zilma wan jî malbatên me serê xwe natewînin û gotina wan hêz dide gelê Kurd, hêz dide vê têkoşînê. Bi girtinê, bi kuştinê me xelas nakin û bi vî rêbazî dixwazin ku tune bikin lê hêza wan têra nake. Bi vê polîtîkaya li dijî mirovahiyê û exleqê ew ê bisernekevin.”

Piştre ji bo Elçîçek dua hatin kirin. Serdana girseyê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.