Kesekî Êzidî bi guleya hêzên PDK’ê hate kuştin

Hate ragihandin ku sibehê di derdora saet 09.00’an de ji Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê gelek gule teqiyan û gelek gule li derdor û hundirê kampa Çem Mişko ketin. Di encamê de welatiyê bi navê Şekir Xwedêda Hesen (45) jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ji welatiyên Kampa Çem Mişko hatine wergirtin, sibehê di derdora seat 09.00’an de ji Akademiya Leşkerî ya Zaxo ku hêzên PDK’ê têde perwerdeya leşkerî dibînin, gelek gule teqiyan û gelek ji wan guleyan li derdor û hundirê kampê ketin. Guleyek ji wan li mala welatiyê bi navê Şekir Xwedêda Hesen (45) ket û ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû. Lê beriya ku bigihije nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Cenaze rakirina Tipa Edlî ya Duhokê û heya niha di derbarê buyerê de agahiyek ji aliyê saziyên peywendîdar ve nehatiye dayîn.