Artêşa Tirk meha Mijdarê 27 caran êrîş bir ser Efrîn û Şehbayê

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe meha Mijdarê 27 caran êrîş bir ser Efrîn û Şehbayê.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dikin.

Hêzên parastinê yên herêmên Şehbayê daxuyand ku artêşa Tirk û çeteyên wê, di meha Mijdarê de 27 caran êrişî gundewarên herêmên Efrîn û Şehbayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, dagirkeran 3 caran bi balafirên bêmirov ên biçek û 4 caran bi dronan êriş kiriye. Her wiha di bombebaranên li dijî herêmê de 656 topên hewan û obusê û moşekek hatine bikaranîn.

Di êrişan de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.