Xizmên Windayan ji bo Elçî û Togçû hatin ba hev

Xizmên windayan li Amed û Êlihê ji bo Ender Togcû û Tahîr Elçî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin ba hev û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatî destpêkirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 773’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Xizmên windayan, endam û rêvebirên ÎHD’ê, endam û hevserokên HEDEP’ê û BDP’ê yên Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ender Togçû yê ku di 29’ê Kanûna 1994’an de li navenda Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî. Yilmaz çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan bibîr xist û ev tişt got, “Girtiyên li Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Em difikirin ku divê desthilatdariya siyasî guh bide van çalakiyê girtiyan ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser girava Îmraliyê û daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk hatî destpê kirin. Em diyar dikin ku şert û mercên neyînî yên ku bi salan e girtiyên nexweş tê de dijîn, bûye sedema binpêkirina mafan. Bi giştînameyên ku ji aliyê Wezîrê Dadê ve ji bo girtiyên nexweş hatine dayîn, ne di pozîsyona çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne. Em dixwaz dikin ku şert û mercên girtîgehê li gorî şert û mercên gerdûnî bên çêkirin û bicihanîn.”

Yilmaz her wiha nerazîbûn nîşanî rapora ATK’ê ya derbarê Makbûle Ozer a 81 salî ku ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da.

Piştre çîroka serpêhatiya winda Ender Togçû yê ku di 19’ê Mijdarê de hat windakirin ji aliyê endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û ÎHD li Êlihê jî di hefteya 608’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiya pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de wêneyê windakiriyan hate hilgirtin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxên OHD’ê û MEBYA-DER’ê yên Êlihê, endam û rêveberên HEDEP’ê û DBP’ê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîl Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin, hate pirsîn.