Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê mizgeft bombebaran kir
Balafirên dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Xankê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Xankê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Xankê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê ev du roj in bombebaran dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker îro jî mizgefta gundê Xankê bombebaran kirine.
Li gorî agahiyên nîştecihên gund, balafirên dewleta Tirk a dagirker îro mizgefta gund bombebaran kiriye, piştre navenda gund û xelkê sivîl yê gund jî bombebaran kirine.