Êşkenceya li dijî girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya dewam dike

Abdulalîm Kaya yê 86 salî ji sedî 93 astengdar û nexweşê giran e, ji Êlihê bi awayekî kelepçekirî û çavên wî girtî ew birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Saziya Tibê ya Stenbolê jî rapora ku ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da Kayayî.

LI GIRTÎGEHÊ ÊŞKENCE

Êşkence û zilma dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî berdewam dike. Abdulalîm Kaya yê 86 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê tê dîlgirtin, di sala 2008’an de bi hinceta ku tevlî civîna çapemeniyê bûye, 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û cezayê wî di sala 2011'an de hatibû erêkirin. Di Cotmeha 2021’an de li Bûrsayê ji ber nexweşiya prostatê hate emeliyatkirin û di 14’ê Cotmeha 2021’an de hêj birînên wî sax nebûyî, dubare hate binçavkirin û ew birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Bursayê.

Cezayê Kayayê ku tevî nexweşiya xwe ya giran 60 rojan di hucreyê de hate dîlgirtin, di 4’ê Çileya 2021’an de ji bo 6 mehan hate paşxistin. Kaya piştî vê paşxistinê vedigere Sêrtê û li wir tedawiya xwe dewam dike. Kaya di sala 2021'an de rapora ku ji sedî 91 astengdar e distîne û neçar e ku bi tenê gurçikekê jiyana xwe bidomîne. Teşhîsa nexweşiya demansê jî li Kayayî tê danîn û beriya salekê ji ber acizîya xwe ya ji dilî anjîo jî lê tê kirin û di 12’ê Cotmeha 2022’yan de ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve rapora ji sedî 93 astengdariyê ji Kayayî re tê dayîn. Abdulalîm Kaya tevî nexweşiya xwe ya giran di 31'ê Adara 2023'yan de dubare tê binçavkirin û wî dibin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê.

Kayayî ji ber nexweşiyên wî dibin Girtîgeha Tîpa R ya Elezîzê û mehek û nîvan li wir bi tena serê xwe tê rehîngirtin  û rewşa wî girantir dibe. Li ser vê yekê malbata wî ji bo ku dubare wî bînin Êlihê serlêdan kir. Nêzîkî 5 mehan beriya niha Kaya anîn Girtîheha Tîpa M ya Êlihê û Saziya Tiba Edlî (ATK) di 31'ê Tebaxa 2023'yan de rapora ku ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da Kayayî.

BAVÊ MIN LI BER MIRINÊ YE

Kurê Abdulalîm Kaya, Îsmaîl Kaya anî ziman ku bavê wî 86 salî ye, ji sedî 93 astengdar e û nexweşiyên wî yên weke  şekir, tansiyon, gurçik û prostatê hene guhê wî yê aliyê rastê jî ji sedî 80 nabihîze û got: ‘’Bavê min girêdayî kursiya biteker dijî û bi tena serê xwe nikare hewcedariyên xwe yên bingehîn bi bi cih bîne. Ji Êlihê heya Stenbolê bavê min bi awayekî kelepçekirî û çavên wî girtî birin. Lê belê mixabin ku tevî hemû van nexweşiyan jî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora ku ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da bavê min.’’

Îsmaîl Kayayî ev yek jî anîn ziman: ‘’Roja Duşemê ez bi malbata xwe re çûm dîtina bavê xwe, bavê min bi alîkariya gardiyanan û kursiya biteker hate dîtînê. Hevalekî bavê min ji min re got ku ew li gel 23 kesan di binkeyekê de dimîne û li erdî radizên û ev yek anîn ziman: ‘Rewşa bavê te pir xirab e, li ber mirinê ye her roj heya sibehê bi dorê em çavdêriya wî dikin.’ Bi rastî jî rewşa bavê min pir xirab e, nizane bê ka li ku ye, di dîtinê de wî em nas nekirin. Bes digot ku ez pir nexweş im. Ez ji vir bang li hemû mirovahiyê dikim ku gelek girtiyên nexweş ên weke bavê min hene. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş di zûtirîn demê de werin tehlîyeklirin.’’