Ji bo Nûjiyan Erhan merasîma bîranînê

Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa PDK’ê de şehîd bû, li ser gora xwe hate bîranîn.

MERASÎMA BÎRANÎNÊ

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrîşa hêzên PDK’ê ya li hember civaka Êzidî de, li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê de bi giranî birîndar bibû. Nûjiyan Erhan 22’yê Adara 2017’an de, gihişt şehîd bû.

Duh êvarê Şehîd Nûjiyan di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan a li çiyayê Şengalê, ji aliyê rojnamevanên Şengalê û endamên TAJÊ’yê ve hate bîranîn. Şopdarên xeta Nûjiyan û dayîkên Şengalî gul birin ser gora şehîd Nûjiyan û bi daxuyaniyekê ew bi bîr anîn.

Di serîde Li ser navê TAJÊ Xoxê Cindî diyar kir ku dema PDK û dewleta Tirk xwe kirine yek û bi ser Sinûna Şengalê ve hatine wê demê Nûjiyan Erhan jî di meşa Sinûnê de amade bûye û wiha got: “Berê jî her ji me dema fermanê dipirsî û me jî jê re behsa fermanê, tiştên ku wê rojê qewimîn vedigot. Heval Nûjiyan tiştên beriya fermanê û piştî fermanê hemû ji me dipirsî. Em niha çi bêjin jî kême, heval Nûjiyan gelek tişt ji bo me Êzidiyan kir. Ez di şexsê heval Nûjiyan de hemû şehîdên 74 fermanan û azadiyê bi bîr tînim. Em ê her tîm li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Li ser navê Ragihandina Azad a Jinên Êzidî (RAJÊ) Nûjîn Êzidî jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Ez Şehîd Nûjiyan bi bîr tînim û bejna xwe li ber şehîdan ditewînim. Heval Nûjiyan ji bo rastiya fermanê nîşanî hemû cîhanê bide bi dilxweşî û fedekariyeke mezin berê xwe da Şengalê. Heval Nûjiyan bi berxwedaneke mezin êş û berxwedana jinên Êzîdî nîşanî herkesî da. Em şopdarên şehîd Nûjiyanin ku piştî şehadeta wê tevlî kar û xebatên ragihandinê bûn, me xwest wekî wê bibin dengê rastiya civaka xwe û dengê civaka xwe bigihînin hemû cîhanê. Beriya fermanê li Şengalê ragihandina ku rastiya civaka me bide nîşandan nebû, lê piştî fermanê bi hatina fikir û ramanên Rêber Apo re ragihandina azad li vir hat avakirin, rastiya fermanê û civaka me ji bo hemû cîhanê hat nîşandan.”