Di Newroza Bazarcixê de peyamên azadiyê hat dayîn

Li navçeya Bazarcix a ku yek ji navendên erdheja Mereşê ye, li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê peyamên berxwedan û azadiyê hatin dayîn. 

NEWROZA MEREŞÊ 

Agirê Newrozê li qada konteynerên DEM Partiyê ya navçeya Bazarcix ku yek ji navendên erdhejên li navenda Mereşê ye, bi dirûşma "Rabê dema azadî û serkêftine ye" hat pêxistin. Li navçeya ku wêraniyeke mezin pêk hat, gel ji bo pîrozbahiya Newrozê li qada konteynirê ya ku şahî lê hatibû lidarxistin kom bûn. Bi sedan kesên beşdarî qada Newrozê bûn, dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin, ji bo girtiyên siyasî peyamên azadiyê hat dayîn. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu di pîrozbahiya Newrozê de axivî û diyar kir ku her çend salek di ser erdhejê re derbas bûye jî birînên erdhejê nehatine pêçan û got, "Ev der yek ji herêmên ku qetlîamên Elewîtiyê lê hatin kirin. Kurd û Elewî hatin înkarkirin, herî zêde polîtîkaya asîmîlasyonê hate meşandin. Me di erdheja 6’ê Sibatê de dît ku guh nedan Kurd û Elewiyan. Dema em li Bazarcix dinêrin, em dibînin ku polîtîkayên cihêkar  hê jî didomin. Divê em di hilbijartinên xwecihî de dengê xwe bidin namzetên xwe yên alîgirê demokrasî, gel û wekheviyê.” 

PEYAMA GULTAN KIŞANAK 

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê dîl tê girtin, ji pîrozbahiyê re peyam şand. Peyama Gultan Kişanak wiha ye: “Li qada ku me bi aşkereyî got, me bi yek carî li 72 neteweyan mêze kir. Me got divê em mafên xizanan bi dest bixin; Me li ber deriyê zaliman parsa edaletê nekir. Kî di ser rêya heqîqetê be me razî bûn da wan. Niha em dîsa wekî rêwiyan di rê de ne, di qada razîbûnê de ne. Niha çar hawîrdorê min dîwar e. Her çiqas dîwar be jî ji bo hevdîtina min a heq û gel ew ê nikaribin min astemn bikin.

Yekîtî û razîbûna we gelê me yê Elewî xwedî wateyeke mezin e. Em hemû zindiyan bi hezkirin û rêz silav dikin; Ez bawer im ku em ê bibin çira û vê tarîtiya gur belav bikin.Elewîtî, baweriya herî qedîm a van xakan e, her tim bûye navê berxwedana li dijî zilmê.”

PEYAMÊN LI DIJÎ TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça jî ku beşdarî Newrozê bû got, "Jin gramek zêdetir ji mafên mêran naxwazin. Bazarcix cihê ku stratejiya şerê taybet lê hat meşandin. Bazarcixa Kawayan ku li dijî Dehaqan e. Wê li hemberî vê hikûmeta ku rengê xwe li gor rewşan diguhere bibe bersiv. Em daxwaza Stenbol û Amedê hatin berzkirin dubare dikin. Em aştiyê dixwazin, tecrîda li ser muzakereyan bê rakirin û daxwazên girtiyên ku zêdeyî 100 roj in li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, bên pêkanîn. Em daxwaz dikin ku dawî li dagirkeriya li Başûr û Rojava bê.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi coşek mezin hat pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê ya li dora agir bi dawî bû.