BI DÎMEN

Li Midyad û Çelê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Midyad û Çelê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi tevlêbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin.

NEWROZ

Li navçeya Midyad a Mêrdîn û Çela Colemêrgê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi tevlêbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

MIDYAD

Li navçeya Midyadê bi tevlêbûna hezaran kesî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî Newrozê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê hatin xemilandin. Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berzkirin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Midyadê Necla Acibûca, namzetên Hevşaredariya Mîdyadê ya DEM Partiyê Huda Erdem Aslan û Hikmet Dûman derketin ser dikê û banga parastina sindoqan li gel kirin.

Piştre Koma Ritmên Azad derket li ser dikê û girseya gel bi stranên xwe coşandin. Gel li ber muzikê govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî axivî û Newroza gelê Mîdyayê pîroz kir. Di berdewama axaftina xwe de Demîr girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de silav kir. Demîr anî ziman ku gelê Kurd di dîrokê de ji bo azadiya xwe bedelên mezin daye û got: "Xwedanê vê axê em in. Yên ku dê dîsa azadî û aştiyê bînin li ser vê xakê em in.”

Piştî axaftina Demîr, Dayikên Aştiyê derketin li ser dikê û kevok firandin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî axivî û diyar kir ku guhertin û azadî wê bi DEM Partiyê re pêk were û bang li gel kir ku di 31'ê Adarê de parastina sindoqan bikin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz bi coş hat pîrozkirin. Gelê ku bi cil û bergên herêmî tevlê pîrozbahiyê bûn dirûşmeyên azadî û aştiyê berz kirin.

Namzetê Hevşaredariyê yê Çelê Arafat Çetînkaya bang li gel kir ku bibin yek û vîna xwe biparêzin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak jî axivî û diyar kir ku AKP-MHP'ê ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin leşker û polîs veguhstîne. Parlak destnîşan kir ku gel wê hemû polîtîkayên AKP-MHP’ê vale derxîne.

 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak jî diyar kir ku Kurdistan hatiye dagirkirin û xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Kadîr Çat bi dawî bû.