KCK'ê ji bo Hacî Mûhammed Bamukî peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê têkildarî koça dawî ya Hacî Mûhammed Bamukî peyamek weşand ku yek ji kesayetên naskirî yên Helebceyê bû û sersaxî ji malbata Bamukî û xelkê Helebceyê re xwest.
KCK'ê têkildarî koça dawî ya Hacî Mûhammed Bamukî peyamek weşand ku yek ji kesayetên naskirî yên Helebceyê bû û sersaxî ji malbata Bamukî û xelkê Helebceyê re xwest.
Welatparêzê Başûrê Kurdistanê Hacî Mûhammed Bamukî 21'ê Adarê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. KCK'ê ji ber wefata Bamukî peyamek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bila serê xelkê Helebceyê û malbata Hacî Mûhammed Bamukî sax be. Em êşa wan parve dikin. Hacî Mûhammed Bamukî mirovekî welatparêz bû. Her tim dixwest xizmetê ji gelê xwe re bike."