BI DÎMEN

Çend kêliyên bi coş ji Newroza Qendîlê

Newroza Qendîlê weke hemû salê dîsan mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê da. Newroz bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” bi coşeke mezin hat pîrozkirin û peyama xwe gihand.

Hemû salê li Binarê Qendîlê ku ji gelek xebat û têkoşînên azadiyê ya gelê Kurd re dergûş bûye, bi hatina Gerîla ya li wê qadê agirê Newrozê careke din li wir geş bû û her sala ku derbas bû geştir bû.

Newroza Qendîlê ya îsal jî tevî hemû şertên zehmet ên avhewayî û hewldanên şerê taybet a ku digot wê gel bera xwe nede Newroza Qendîlê, bi tevlîbûna bi sedan kesî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Newroz di çarçoveya pêngava duyemîn a kampanyaya cîhanî ya “Azadî ji bo Ocalan, Çareserî ji bo pirsgirêka Kurd” bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo pirsgirêka Kurd” hat pîroz kirin û peyama xwe gihand.

Di wê pîrozbahiyê de kêliyên rengîn çêbûn ku em  goşeyek ji wan kêliyên bi coş bi we re parve dikin