KCK: Em êrîşa hovane ya li Moskowayê bi tundî şermezar dikin

KCK’ê êrîşa hovane ya li paytexta Rûsya Moskowayê hatî kirin, bi tundî şermezar kir û got: “Yê ku DAÎŞ’ê tîmar dike û ber diditê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê, DAÎŞ’ê li dijî her kesê bi kar tîne.”

KCK'Ê ÊRÎŞA LI MOSKOWAYÊ ŞERMEZAR KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li Moskowayê şermezar kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Li gorî agahiyên raya giştî, duh li paytexta Rûsya Moskowayê di dema konserekê de êrîş pêk hat û di êrîşê de bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ev bûyera ku bi dehan mirovan lê jiyana xwe ji dest dan û birîndar, em pir xemgîn kirine. Destpêkê ji yên jiyana xwe ji dest dane re rehmetê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayên lezgîn dixwazin. Em êşa gelê Rûsyayê parve dikin, ji hemû gelên Rûsyayê re sersaxiyê dixwazin. Ev êrîşa hovane ya DAÎŞ’ê bi tundî şermezar dikin. Vê êrîşê dijminahiya DAÎŞ’ê ya li hemberî gelan û mirovahiyê car din nîşan daye.

YÊ KU DAÎŞ’Ê TÎMAR DIKE Û BER DIDITÊ, DEWLETA TIRK E

Yê ku DAÎŞ’ê tîmar dike û ber diditê, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê DAÎŞ’ê li dijî her kesê bi kar tîne. Bi DAÎŞ’ê gefan li her kesê dixwe û dixwaze bi vê yekê tawîzê qut bike. Li dijî Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd, Sûriyeyê, Iraq, Ewropa, li dijî her kesê bi kar tîne. Bi vê yekê re dixwaze polîtîkayên xwe yên mêtingerî û qirker bide qebûlkirin. Dewleta Tirk bi zihniyeta Osmanî ya nû tevdigere û ji bo pratîzekirina van polîtîkayên xwe DAÎŞ’ê bi kar tîne. Divê êdî ev rastî were dîtin û her kes li gorî vê yekê helwest bigire.

Pir eşkere ye ku êrîşa li Moskowayê jî, li ser vî bingehî pêk hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku xwestekên xwe bi Rûsyayê bide qebûlkirin, ev êrîş daye pêkanîn. Berê êrîşeke mîna vê li Îranê jî hatiye kirin. Yê ku her du êrîş jî bi DAÎŞ’ê dayî kirin, dewleta Tirk e.

Em car din vê êrîşa hov şermezar dikin. Weke tevgera ku li dijî hovîtî û faşîzma DAÎŞ’ê herî zêde têkoşîn kiriye û berdêl daye, em car din diyar dikin ku em her tim bi gelan re ne û ji ber vê êrîşê car din ji hemû gelê Rûsyayê re sersaxiyê dixwazin.”