Newroza yên ji ciwantî destpê kirin û wê bi ciwantî biqedînin: Amed

Di Newroza Amedê ya 2024’an de gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re nîşan da.

NEWROZA AMEDÊ

Li Amedê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema serkeftin û azadiyê ye” Newroz hate pîrozkirin û ji milyonekê zêdetir kes tevlî pîrozbahiyên bûn. Siyasetmedarên ku derketine ser dikê û axaftin kirine têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yektitiya netewî ya kurdan peyaman parve kirin. Her cara ku ev mijar ji hêla axiveran hate ziman, girse bi dirûşme û çepikan xwedî li van peyaman derket.

Welatiyên ku tevî barana dibarî qadê vala nehiştine, ser girîngiya peyamên hatine dayîn sekinîn û qala girîngiya van peyaman kirin.

Înayet Ok diyar kir ku Newroz “cejna vejînê” ye û ji bo tevlîbûna xwe ya Newrozê jî wiha axivî: “Kevir jî bibarin em ê bên.” Înayet anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset bi dîlgirtinê tê domandin û da zanîn ku ev 8 meh in berdana birayê wê tê taloqkirin Înayet axaftian xwe wiha domand: “Em ê heya mafê xwe bi dest bixin têbikoşin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Esen Sonmez Pinar a ji Almanyayê tevlî Newrozê bûye hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bo Serokatiyê azadiyê dixwazim. Ez dixwazim ev Newroze ji gelê kurd re azadiyê bîne. Hêvî dikim ku di serî de Serokatî bibe sedema azadiya hemû girtiyên siyasî.”

Halîfe Karda Newroza tevahiya gelê kurd pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Newroz remza azadî, aştî û yekitiyê ye. Ji bo ev pêk werin jî divê tecrîd were rakirin. Em bi hev re bi tilîliyan û coş Newroza îsal pîroz bikin.”

Rûken Şen xwest Newroz aştiyê bîne û ji bo vê yekê jî bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Şen bi bîr xist ku bi azadiya Abdullah Ocalan dê tevahiya civakê azad bibe û wiha axivî: “Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Di girtîgehan de berxwedana grevên birçîbûnê heye. Ez wek gel banga xwedîderketina dengê girtiyan û têkoşîna tê domandin dikim.”

Evîn Turhan bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin, li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin û ev tişt gotin: “Em di mijara tecrîdê de li cihê ku gotin xelasbûne de ne. Salen dirêj in ku tecrîd didome. Divê demildest tecrîd were rakirin. Êdî bes e, divê em wek gel bibin yek. Ez bang li hemû kurdên cîhanê dikim. Ji bo ev zilma ser me dawî bibe werin em bibin yek.”

Mîhrîban Aslan got ku ew wek sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin ev tişt anî ziman: “Greva li girtîgehan, pêvajoya hilbijartinê rasterast ser tevlîbûnê bandor kir. Me di heman demê de agirê ku ji 8’ê Adarê girtiye anî vê derê. Êm ê di 31’ê adarê de jî bibin sindoqan jî. Daxwazên girseya vê derê hevpar in. Divê em ji bo rakirina zextên ser girtîgehan û pêkanîna daxwazên girtiyan bibin yek. Divê hemû şoreşger û welatparêz piştevaniya li dijî tecrîdê mezin bikin.”

Hazli Kiliç a ji Şirnexê tevlî Newrozê bûye wiha axivî: “Îro li gel hatina biharê em remza azadî û serî netewandina xwe pîroz dikin. Newroz bi tu awayî astengî nas nekir û dê nas neke jî. Em ê wek serbilind her tim Newrozê pîroz bikin.”

Hakan Denîz ê ji navçeya Erdîşa Wanê tevlî Newrozê bûye wiha got: “Newroz dê bibe ala aştî û azadiyê. Ez têkoşîna zindanan bi rêzdarî silav dikim. Em di saya wan de hene û dê tim hebin jî. Bi saya wan em serbilind in û em ê tu carî serê xwe netewînin.”

Sînan Okyay diyar kir ku ew ji bo hebûna kurdan nîşanî tevahiya cîhanê bidin hatiye Newrozê û wiha axivî: “Em ê li Amedê rengê xwe nîşan bidin. Dê tu caran paş de gavê nevêjin. Em ê her hebin. Ev Newroza Kawayê Hesinkar e. Em jî dê li ser şopa wî bin.”

Cebraîl Yildiz destnîşan kir ku li qada Newrozê peyama hilbijartinên 31’ê adarê hatiye dayîn û ev tişt gotin: “Bi pîr û ciwanên xwe ve, em wek malbat li vir in. Bi salan e gelek bawerî û bîrdoziyên cuda di vê qadê de tên cem hev. Ez jî 20 sal in tev li vê Newrozê dibim. Em her carê heman coşê dijîn. Ez pişgiriya grevên birçîbûnê dikim. Divê gelê kurd ji bo tecrîd dawî bibe, bi nasnameya xwe ve li her platforma siyasî dengê xwe bilind bike.”

Mahmut Yazmaz da zanîn ku ew di 13 saliya xwe de dema ku şivan bûye dest bi vêxistina agirê Newrozê kiriye jî ev tişt gotin: “Ji ber ku Newroz sekna li dijî zilmê ye. Îro jî bi berxwedana Jîna Emîniyan û berxwedanên Apoyan tê pîrozkirin. Girtî li dijî zilma desthilatê, di greva birçîbûnê de ne. Divê gelê kurd zane be. Divê ziman û nasnameya xwe nas bike. Divê hemû kurd di hilbijartina pêşiya me de, ji bo tecrîd were rakirin, azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn û pirsgirêka kurd were çareserkirin têbikoşe.”