BI DÎMEN

Operasyonên şoreşgerî yên ku artêşa Tirk tevizand

Hêzên gerîla ku ji sala 2023'an û vir ve derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ji meha Mijdarê ve çalakiyên xwe zêde kirine. Operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla dewam dikin.

DOSYA OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ

Operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. Operasyonên Şoreşgerî ku di salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê de di meha Mijdarê de zêde bûn, mehên Kanûn, Çile, Sibat, Adarê li Zap, Xakurkê û Metînayê dewam kirin û hêvî û daxwaza wan hêzan ên ku temenek ji PKK'ê re destnîşan dikirin, di ber wan de hişt. Her wiha rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê jî şoq kir. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), di 20'ê Adarê de bûyerek weke mizgîniya Newrozê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku balafirên bêmirov ên biçek bêbandor bikin. Hêzên me bi giştî 15 SÎHA anîn xwarê." Heman piştî vê daxuyaniyê Gerîla TV jî dîmenên xistina SÎHA'yan li pey hev weşand.

Dîmenên ji qada şer tên û bîlançoyên tên weşandin, nîşan didin ku artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya PDK'ê jî nikare li hemberî hêzên gerîla bisekine û di şer de înîsiyatîf di destê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ye. Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de ku 17'ê Sibatê li Zapê hate kirin, di dîmen de hate dîtin ku gerîlayan banga 'teslîmbûnê' li leşkeran kirin.

Li gorî bîlançoya sala 2023'an a ku Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) weşand, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 1712 çalakî pêk anîn û 7 jê payebilind 928 dagirker ceza kirin. Dagirkeran tevî çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 2969 caran êrîş kirin. 179 gerîla şehîd bûn. Tenê meha Mijdarê 193 çalakî li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker çalakî hatin kirin, 124 dagirker hatin cezakirin. Gelek çek û cebilxaneyên leşkerî hatin desteserkirin an jî îmhakirin. Di şer de 4 gerîla şehîd bûn.

Operasyonên Şoreşgerî yên hêzên gerîla mohra xwe li berxwedanê xistin. Dîmenê bi dehan çalakiyan ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin.

Operasyonên Şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji meha Mijdara 2023'an û vir ve lidar xistin bi vî rengî ne:

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD LEYLA SORXWÎN AMED


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD AHMED RÛBAR


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA GIRÊ AMEDIYÊ


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA MELSA MÛŞ


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD HELMET DÊRALUK


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD DOGA VIYAN


OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD CIWAN-ŞEHÎD ANDOK