Egîd Serdar şervanekî mîna navê xwe bû

Egîd Serdar ku mîna bi hezaran lehengên li Kurdistanê dîrokeke berxwedanê li pey xwe hişt, li gelek qadên Zapê tevlî çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist.

ŞEHÎD EGÎD SERDAR

Gerîla Egîd Serdar (Diyar Mardînî) li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bû. Li nava malbateke welê mezin bû ku di nava têkoşîna azadiyê de şehîdên xwe heye, bi çanda Kurdîtiyê û dilsozê nirxên welatparêziyê ye. Gerîla Egîd Serdar piştî Şoreşa Rojava lehengiya di pêvajoya şer de dît, fedakariya mezin a gel dît û xwest tevlî nava refên têkoşînê bibe, lê belê ji ber ku temenê wî biçûk bû ev daxwaza wî nehate qebûlkirin. Lê belê daxwaza wî ya tevlîbûna li nava şoreşê dewam kir. Êdî dem hatibû ku bibe şervanek, pêşengek û di oxira jiyana azad de têbikoşe. Mîna her ciwanekî Kurd ji xwe re kir rûmetek ku xwedî li çanda berxwedanê û nirxên şoreşê derkeve.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya çeteyan qadên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, di sala 2020'î de bi hêrsa tolhildanê ya mezin tevlî nava refên gerîla bû. Li Garê beşdarî perwerdeya bingehîn bû, bi taybetî di şerê tîm ê bi tevger û tunelan de şareza bû. Li qada Zapê kete bin bandora lehengiyan û bi israr xwest biçe qada Zapê. Gerîla Egîd Serdar piştî ku derbasî herêma Kûnîşka bû, beşdarî nava yekîneyên gerîla yên bi tevger bû. Li wir tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê bi pêş ve bir û ji bo derbên giran li dijmin bixe li refên herî pêş şer kir.

Têkiliyên hevrêtiyê yên li Zapê bandoreke mezin lê kir. Li gelek qadên Zapê beşdarî çalakiyan bû, li refên herî pêş têkoşiya û weke namzetekî fermandariyê bi berpirsyariya xwe rabû. Egîd Serdar li qadên herî zehmet kar kir, bi wêrekî, moral, coş û sekna xwe ya bi biryar bû milîtanekî pêşeng. Di her şert û mercî de li dijî dijmin tevî hevrêyên xwe têkoşiya, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Li qada Zapê di 1'ê Tebaxa 2023'an de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li gel hevrêyê xwe Mahîr Başkale (Denîz Ersû) şehîd bû. Mîna bi hezaran lehengên li Kurdistanê şehîd Egîd Serdar jî mîrateyeke berxwedanê ya dîrokî li pey xwe hişt. Ev têkoşîna pîroz a ku wan canê xwe di oxira wê de dan, wê dewam bike û bi hezaran Egîd Serdar wê li ser şopa wan bimeşin.