Di Newroza Şemzînanê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin

Newroz li quntarên çiyayê Gomanê yê Semzînan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li dijî desthilatdariya desteserker banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin.

Newroza Şemzînanê

Pîrozbahiya Newrozê ya Şemzînan a Colemêrgê, bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin. Xelkê navçeyê bêyî guh bide baran û heriyê herikî qada Newrozê ya Pêsanê. Welatî bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikên xwe beşdar bûn. Tevî baranê jî coşeke mezin hebû. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê û flalamayên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Her wiha pankart û dovîzên “Rabe DEM hat”, “Dem Dema Şemzînan’ê ye”, “Hezar silav ji zindanan re”, “Jiyan em in yên birêve dibin dê em bin”, “Ne ronahiya ampûlê, ronahiya rojê bi têrî me tevan dike” û “Dem dê were, dewran dê biguhere” hatin vekirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan azadî” û “Şemzînan bi ser serbilind e” berz kir. 
Namzeta DEM Partiyê ya Şemzînanê Nazdar Opengîn di pîrozbahiyê de hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aştiya gelan û got ku Newroz roja serhildana li dijî Dehakan e. Opengîn, diyar kir ku dema şaredarî bi dest xistin dê bi gel re birêve bibin û got: “Serkeftin a me ye, serkeftina 31’ê Adarê dê ya me be.” 
'LI DIJÎ KUJER Û TALANKERAN EM VÎNA XWE NÎŞAN BIDIN'
Namzetê hevşaredariyê Naîf Erogûz, jî da zanîn ku ev zêdetirî 2 meh in mal bi mal digerin û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariya xwe ya bi hîleyan hatiye standin bigirin û diyarî gelê xwe bikin. Em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê şaredariya xwe bi gelê xwe re, bi rûspî û saziyên xwe birêve bibin. Em ê hemû pirsgirêkên navçeyê bi gel re çareser bikin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin. Em ê şaredariyeke gelparêz ava bikin. Em dixwazin her kes biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve.” 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, jî gel silav kir û ev tişt anî ziman: “Di vê roja Remezana mibarek de AKP’ê bêyî ji xwedê bitirse, li dijî Kurdan polîtîkayên qirêjî dimeşîne. AKP’ê di wesayîta hilbijartinê de stranên Kurdî vedike. Yê nezane jî dê bibêje qey kesên li Meclîsê Kurdî qedexe dikin AKP’ê nîne, yên konserên Kurdî qedexe dike AKP’ê nîne. Îcar bêyî şerm bikin li Şemzînanê stranên Kurdî vedikin. Dê gelê me bersiva pêwîst di hilbijartinê de bide wan.” 
Duşunmez, diyar kir ku bi hezaran kes ji bo bersivê bidin “polîtîkayên qirêjî yên AKP’ê” daketiye qadan û wiha domand: “AKP’ê, şirîkên hemû zilm, komkujî û talana li Kurdistanê tê kirin e. Em neviyên Şêx Seîd û Ubeydullah Nehrî ne. Neviyên Şêx Seîd weke terorîst pênase dikin. Di wê baweriyê de me ku hûn dê bersiva pêwîst bidin van kesên kal û pîrên we weke xayîn nîşan didin.”  
Piştî axaftinan jî Hozan Serwan, Hozan Cevdet Şemzînî, Adem Şemzînî û Îzzet Şemzînî derketin ser dikê û coş derxistin lûtkeyê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.