Balafirên şer ên Tirk 64 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk 64 caran bombe li qadên Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

19’ê Adarê ji saet 09.50’an heta 10.45’an bi çekên giran bi rengekî bi bandor li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Herêma Xakurkê;

19’ê Adarê di saet 17.20’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Kamuran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

19’ê Adarê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera 16-23’yê Adarê de Qada Dêreşê, Deşta Kafya, Zengil, Bîrê, Gûzê, Şiyê, Çemrobotkî ya herêma Garê 10 caran, Qada Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bahar, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 20 caran, Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 5 caran, qada Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî û Bazê ya herêma Metînayê 15 caran, qada Kolît, Lolan, Sinînê, Şehîd Şerîf a herêma Xakurkê 8 caran, qada Kortek, Silê û Bêpala ya herêma Qendîlê 6 caran bi giştî; 64 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

14 û 17’ê Adarê bi helîkopterên êrîşê bombe li qada Çarçel, Şêlazê û Yekmalê ya herêma Metîna û qada Lolan a herêma Xakurkê hatin barandin.”