‘Em ê bi ruhê Newrozê Rêbertî azad bikin û dagirkeran têk bibin’

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê, diyar kirin ku ew ê bi ruhê Newroza 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û dagirkerên li Kurdistanê têk bibin.

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi wesîleyê Newrozê ji ajansa me re axivîn.

Gerîlayê YJA Starê Rogeş Cûdî: Di serî de em Newroza 2024’an li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê, li tevahiya gelê me, li hevrêyên me yên li zindanan û li Dayikên Şemiyê em pîroz dikin. Newroza 2024’an dê bibe Newroza azadiya Rêbertî. Meşaleya ku Kawayê Hesinkar hilda, bi Mazlûm Doganan, Rahşanan û Zekiye Alkanan berdewam kir. Îro jî em şopdarê vê ronaiyê ne.

Gerîla bi îdîayeke xurt çalakî li dijî dagirkeriyê pêk tînin. Ev çalakiyên me dê di her şert û mercî de bidomin. Ev sal wê bibe sala têkoşînek berfirehtir û çalaktir. Em ê bi ruhê Newrozê weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê li ber xwe bidin û serkeftinê pêk bînin. Em soz didin gelê xwe, em ê agirê Newrozê li serê çiyê geştir bikin.

‘EM Ê SALA NÛ BIKIN SALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’

Gerîlaya YJA Starê Nûdem Çiya: Em cejna Newrozê li Rêbertî, di şexsê hevrê Sema, Ronahî, Rahşan û Mazlûm Dogan de hemû li hemû şehîdên şoreşê pîroz dikin û em wan bibîr tînin. Newroza 52’yan a Tevgera Azadiya Kurdistanê ew ê bibe Neworza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Agirê Newrozê ya ku hevrê Mazlûm Dogan di zindanên Amedê de pêxistiye heta roja dewam dike. Hevrê Mazlûm Dogan ji bo me sembola berxwedaniyê ye.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê ev sê sal in bi armanca serkeftin û şikandina tecrîda li ser Rêbertî têkoşînek bê hempa tê meşandin. Dijmin jixwe li herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye, lê têkçûna xwe qebûl nake. Bi pêngava şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk hatî destpêkirin re, em ê sala nû bikin sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo. Ti astengî dê pêşî li têkoşîn û berxwedana me negire. Em ê heta dawî li dijî dijminê dagirker şer bikin. Em ê axa Kurdistanê ji dagirkeran re nehêlin, ji ber ku ev ax axa gelê Kurd e. Ne ya dewleta Tirk a faşîst e.

Dîmenên çalakiyên hevrêyên me yên li dijî hêzên dagirker tê pêk anîn, ji raya giştî re tê parvekirin. Rastiyek li ber çavê her kesî ye. Dewleta Tirk her çendî şerê taybet dimeşîne jî, di aliyê psîkolojiyê de têk çûye. Ji ber vê yekê çalakî zêdetir bûne. Agirê Newrozê wê her tim li serê çiyê zindî bimîne û berxwedanî wê mezintir bibe.

‘BI ÇALAKÎ, TILÎLÎ Û ÇEPIKÊN GERÎLA NEWROZ HÊ XWEŞTIR DIBE’

Gerîlayê HPG’ê Kajîn Rojînda: Ez di serî de cejna Newrozê li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz ên Kurdistanê, hemû şehîdan û têkoşerên serê çiyê yên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim. Li serê çiyê agirê Newrozê pêxistin, bi hevre pîroz kirin û bi çepik û tilîliyên gerîlayan re ew Newroz hê xweştir dibe.

Agirê Newrozê di nava têkoşîna me de şehîd Mazlûm Dogan pêxist. Ew ruhê fedaî û xurt îro jî li çiyayên Kurdistanê berdewam e. Gerîlayên serê çiyê bi wê ruhê Newrozê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Em dibînin hevrêyên me bi wê ruhê li Enqereyê di nava dilê dijmin de çalakî pêk tînin. Ev ruh sal bi sal mezin dibe û xurttir dibe. Li dijî hemû hêzên dagirker, bi vê ruhê berxwedan tê kirin. Ev ruh tenê ma be jî, dagirkerên Kurdistanê dê nekaribin bi ser bikevin. 

Di dema dawî de gerîla ketin nava dilê dijmin de û li ser girê agirê Newrozê pêxistin. Ev yek hêza ruhê Newrozê nîşan dide. Li ser vê esasî em jî şopdarê rêya Serokatî ne. Em ê xeta Serokatî bi ruhê Newrozê bi ser bixînin. Em ê bi ruhê Newrozê dijminê gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê têk bibin. Wekî gerîlayên HPG û YJA Starê ev îdîayê me ye.