BI DÎMEN

Ji Mehebadê heta Seqizê agirê Newrozê hat dadan

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bi hemû coşa xwe didome. Ji Mehabadê heta Ûrmiyê, Seqîz û Kirmaşanê agirê Newrozê hatin dadan.

NEWROZA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Coşa azadiyê ya Kurdan ku bi Newrozê digihêje lûtkeyê, her sal li hemû gund, navçe û bajarên Kurdistanê û li her deverê cîhanê ya Kurd lê dijîn bi  pîrozbahiyên bi heybet û rengîn tê pîrozkirin. Ji van cihên Newroz bi coş tê pîrozkirin Rojhilatê Kurdistanê ye.

Agirê Newrozê ji duh ve li Serdeşt, gundê Ade yê Neqede, gundê Beyrem ê Mihabadê, gundê Eskerava yê Miyanduavê, gundê Hacîalîkend a Mehabadê, gundê Milqirnî yê Seqizê, gundê Nêy ê Merîwanê, gundê Qelatan ê Neqede, gundê Qizilqopî ê Mehabadê, gundê Qûmqela yê Mehabadê, gundê Wetemêş ê Bokanê, gundê Xurdelûkî yê Seqizê, gundê Zêwe yê herêma Mirgewer a Ûrmiyeyê, gundê Îngîce yê Bokanê, gundê Şemse yê Seqizê û bajaroka Şabad a Kirmaşanê û gelek navçeyên din agirê Newrozê hatin dada.

Kurdsitanî heta derengiya şevê li dora agir govend gerandin.