ZINDÎ

Li Rihayê bi deh hezaran kes li Newrozê hatin ba hev: Be Serok jiyan nabe!

Coşa Newrozê ya ku li Rihayê bi hezaran kes anî ba hev dewam dike. Di axaftinan de peyama “Gel Rêberê xwe dixwaze. Bi berxwedanê re tecrîd wê bê şikandin” hate dayîn.

Newroza Rihayê

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan dewam dike. Pîrozbahî wê di saet 11’an de bihata destpêkirin lê hêj saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên Kurdî, bi flamayên bi kesk, sor û zer û tevî zarokên xwe berê xwe dan qada Newrozê.

Girse, heta demekî li ber noqteyên lêgerînê yên ketina qadê sekinîn. Li vir stran gotin û govend gerandin. Ji saet 11.00’an ve jî bi coşeke mezin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî", "Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! dema azadî û serkeftinê ye” ve “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.  

Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.Piştre jî Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş axivî. Taş, girsê silav kir û bi lêv kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye lê di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Piştrê jî Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer li ser dikê girse silav kirin û Newroza pîroz kirin.

TEKOŞÎN WÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata axivî. Ayata, ji ewil girse silav kir û Newroz li gel pîroz kir. Ayata, Ayata anî ziman ku Riha bajarê qedîm ê Kurdistanê ye û wiha got: "Di serî de jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, jin di nava têkoşîneke mezin de ne. Li vir Emîne Şenyar jî berxwedaneke mezin da. Em li vir cejna wê jî pîroz dikin. Jinên kurd li cîhanê bi bîrdoziya xwe bûn pêşeng û mînak. Ev bîrdozî wê tecrîda Îmraliyê jî bişkîne. Herî zêde Newroza jinên kurd ên di girtîgehan de pîroz be. Em ê van qeyûman bişînin û bi pergala hevserokiyê bajarên xwe birêve bibin. Sedsala nû dê bibe sedsala jinên berxweder.”
GEL RÊBERÊ XWE DIXWAZE

Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Newroz li heps û zindanan pîroz be. Newroza rêzdar Ocalan pîroz be. Gelê Rihayê li vir e. Di rêya rast de dimeşin. Ruhê Seyîd Riza, Şêx Seîd û Qazî Mihemed şad be. Li çar aliyên Kurdistanê şer heye. Rêya Îmraliyê vekin bila rêzdar Ocalan biaxive û çareserî pêk were. Gel dixwazê rêya aştiyê veke. Ev gel birçiyê aştiyê ye. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê bi awayekî azad û biratî bijîn. Ji bo wê jî muxatap li Îmraliyê ye. Muxatab birêz Ocalan e.”

ONDER Û BAYDEMÎR PEYAM ŞANDIN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi dimên peyamek şand û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê min nekarî tevlî bibim û pîrozbahiya Newrozê bi xelkê Rihayê re pîroz bikim. Ev Newroz bila bibe Newroza dawî ya hesreta azadî û aştiyê. Newroz Pîroz be.”

Her wiha siyasetemderê kurd Osman Baydemîr jî bi dimên ev peyam şand: "Ez bi hevî me ew Newroz wê bibe bingeha mizgîniyeke mezin. Hemû Rojhilata Navîn bi êş e. Lê hûn bi xwe bingeha mirovahiyeyê ne. Ji Sewrêgê heta Pirsûs û Haranê û Hilwanê. Hûn îro mizgîniyeke mezin didin. Newroza Rihayê pîroz be."

Pîrozbahî li gel axaftin, stran û govendê berdewam dike.