KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kurdên li dijî hewldana Erebkirina Kerkûkê derketin hatin binçavkirin
Kurdên ku li dijî bicihkirina malbatên Ereb ên li malên Taxa Newroz a Kerkûkê hatin bicihkirin derketin, hatin binçavkirin. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin. -
Zarokê Kurd ê ku dewleta Îranê êşkence lê kir, jiyana xwe ji dest da
Zarokê Kurd ê ku di serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de ji aliyê dewleta Îranê ve hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin, di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyên Bal û Olçay hatin veşartin
Delîl Bal û Îslam Olçay ku di êrîşa tinekirinê ya dewleta Tirk de ya li ser Bagokê şehîd bûn li Amed û Nisêbînê hatin veşartin. -
Karadag: Desthilatdarî dixwaze bi şer pirsgirêkê bitepisîne
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Îzzet Karadag anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP dixwaze bi rêya şer pirsgirêka Kurd bitepisîne û got, ev yek neçareserî ye. -
Xelkê Wanê wê qeyûman bişîne
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku qeyûm talanker û dizek in û got, xelkê Wanê di wê hilbijartina bê de qeyûman bişîne. -
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin taloqkirin
Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja ku berê hatiye diyarkirin de nayên kirin. -
Berxwedana li gel Ûlaş!
Gerîla Ûlaş Pîr, di sala 2010'an de dema derbasî herêma Cîloyê dibe, ji ber barîna berfê ya zêde ji hevalên xwe vediqete û şehîd dibe. Di meşa azadiyê de bû mezintirîn mînaka dilsoziyê. -
Herî kêm 48 kolber di sala 2023’yan de hatin qetilkirin
Li Îranê di nava sala 2023’yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin û 239 jî birîndar bûne. -
HPG’ê şehîd Bêrîtan Tanya Fecir bi bîr anî
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku Bêrîtan Tanya Fecir 12’ê Tîrmeha 2023’an li Bestayê şehîd bû û hat gotin ku bi jiyana xwe dilnizm û hevrêtiya xwe ya xurt di têkoşîna azadiyê de şopeke ku nayê jêbirin, hişt. -
Qeyûm bi 15 hezar TL bertil karkeran digre kar
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatibû desteserkirin, bi 15 hezar TL bertîl karkeran digire kar. Pereyên ji bertîlê tên dişînin Komeleya Ciwanên Welatperwer û Ulku Ocaklari. -
Balafirên dewleta Tirk a dagirker Metîna bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna yê nêzî Amêdiyê bombebaran kirin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê piştî 6 mehan radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Fecîl Çilû ya li Bestayê şehîd bibû, piştî 6 meh şûn de radestî malbata wê hat kirin. -
Hebûna artêşa Tirk zirarê dide xwe
Hebûna artêşa Tirk a faşîst a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku bi aqilê ‘’stratejiya bidawîkirina terorê’’ dixwaze herêmê dagir bike, zirarê dide xwe; tê dorpêçkirin û derbebeyên giran li ser hev dixwe. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Di çalakiyên ku gerîlayên HPG/YJA Starê li Zapê lidar xistin de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin. Derb li 3 çeperan hate xistin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîlayên YJA Starê 16’ê Cotmehê li Xakurkê çalakî lidar xistibûn û 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kiribûn. Gerîla TV dîmenê vê çalakiyê weşand. -
Êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hate kirin
Bi dronan êrîşî baregeha DYE’yê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hate kirin. -
Adalet Kaya: Serlêdana jinan a ji bo namzetiyê peyamek e
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku serlêdana jinan a ji bo namzetiyê ji sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire re peyameke girîng e. -
CPT: Di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 11 welatî hatine qetilkirin
Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku di sala 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de 11 welatî hatine qetilkirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di sala nû de wê têkoşîna me mezin bibe
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê sala nû ya hemû alema Xirîstiyan û civaka Êzidî pîroz kir û got: “Em ê di sala nû de ji bo mayîndekirina ‘Şengala Xweser’ têbikoşin." -
Li Hewramanê kolberek Kurd bi giranî birîndar bû
Li bilindiyên devera Hewraman kolberekê Kurd ket xwarê û bi giranî birînda bû. -
Ji ber pirtûkan derbarê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin
Ji girtiyên li Panosê Yasîn Yilmas got ku bi ser qawîşan de hatiye girtin, ji ber pirtûkên hatine desteserkirin derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin. -
Tevgera Azadî: Dem dema têkoşîneke xurt e
Tevgera Azadî bi wesîleya sala nû peyamek weşand û got: “Dem dema azadî û têkoşîneke xurt e ku em mafên xwe yên rewa û xwezayî bi dest bixin.” -
Guhertina koordîneyê dagirker rizgar nekirin
Artêşa Tirk piştî van derbeyên dawî yên xwarî, herhal fêm kiriye ku bi teknîkê rizgar nabe. Eger fêm nekin, hêzên gerîla wê bi derbeyên bi bandor bi wan bide fêmkirin. Bila gumana ti kesê ji vê yekê nebe. -
Bi balafirên bê mirov êrîşî bajarokê Axceler hate kirin
Danê siharê, gundek ser bi bajarokê Axceler ya navçeya Çemçemalê car din bi balafirên bê mirov û bi çek hate bombebarankirin.