Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe

Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Yagmûr Yûrtsever got, ji bo biryara PKK’ê bikeve meriyete divê dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe.

PKK’ê piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, ragihand ku di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe kom kiriye; biryara fesix û dawî anîna li têkoşîna çekdarî daye. Daxuyanî ji aliyê gelek derdoran ve bi astên cuda tê nîqaşkirin. Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Yagmûr Yûrtsever ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku daxuyaniya PKK’ê ji bo vê pêvajoyê gaveke pir şênber û rênîşan e.

DIVÊ DEWLET JÎ GAV BAVÊJE

Yagmûr Yûrtsever diyar kir ku ji bo banga têkoşîna civakî û siyaseta demokratîk a PKK’ê bikeve meriyete, divê dewlet jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne û wiha pêde çû: “PKK rasterast ji bo têkoşîna civaka demokratîk û siyaseta demokratîk bang kir, ev pir bi qîmet e. Ji bo ev bang bikeve meriyete, divê dewlet û hikûmet jî berpirsyarî bigire ser xwe. Gelek hevalên me yên jin ên ku me ji bo têkoşîna aştiyê bi hev re ked dane, li girtîgehê ne. Têkoşîna aştiyê hatiye terorîzekirin û bûye sedemê girtîbûna hevalên me yên jin. Berpirsyariya ku meclis divê demildest pêk bîne.”

JIN JI BO AŞTIYÊ AMADE NE

Yagmûr Yûrtsever bi bîr xist ku tevgera jin ev demek dirêje li ser têkoşîna aştiyê nîqaşan dimeşîne û di encama van nîqaşan de Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ava kirine. Yagmûr Yûrtsever got, “Divê her kes ji bo vê pêvajoyê bi berpirsyarî û cidiyet tevbigere. Weke jin hem wezîfeya xwe pêk tînin, hem jî nêzîkatiya aliyan dişopînin. Em ê wiha dewam bikin. Herî dawî ez dixwazim bang li hemû jinan bikim ku tevlî Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye bibin.”