Cenazeyê Hesen Emo bi girseyî hate veşartin 

Cenazeyê endamê rêveberiya Çand û Hunera Êzîdxanê Hesen Emo bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Endamê rêveberiya Çand û Hunera Êzîdxanê Hesen Emo ji ber nexweşiyeke giran îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hesen Emo ji ber mala wî ya li komelgeha Xanesorê li ber tilîliyên dayikan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şerefedînê ve hate birêkirin. Cenazeyê Hesen Emê li goristanê li gor irf û adetên Êzdiyan û bi amadebûna gelek kesan û bi duayên şêx û pîran hate veşartin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi daxuyaniyekê Hesen Emo weke şehîdê kedê bi nav kir.