KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî xespê heta siharê nobet hate girtin
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, gelek kesan heta siharê nobet girtin. -
Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin û êşkence lê hatin kirin
Polîsan li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin, êşkence li malbata Kalkan hate kirin ku jineke ducanî jî di nav de bû. -
Li navçeyên Amedê berxwedan: Colemêrg a me ye!
Li navenda Amedê û navçeyên wê bi sedan kes daketin qadan û bi dirûşma 'Colemêrg a me ye' desteserkirina îradeya gel şermezar kirin. -
Mehmet Yildirim: Berpirsyariyên şerê gel ê şoreşgerî weke mîrate hişt
Azadî rastiyeke welê ye ku bi berdêlên giran bi dest dikeve. Şehîd Mehmet Yildirim jî mîna ku Rêbertî dibêje, weke hêza fermandariyê ya jiyanê tevlî karwanê nemiran bû. -
Dayika Şehîd Yildirim: Li hemberî vê zilmê êdî bêdeng nemînin
Dayika Mehmet Yildirim ê ji aliyê artêşa Tirk ve şehîd hate xistin Ziynet Yildirim diyar kir ku divê êdî kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û got, "Bila dewlet ji me re nebêje 'xwişk û birayên me yên Kurd'. Em xwişk û bira nînin. Me dikujin." -
Xelkê Colemêrgê û kesên hilbijartî li dijî xespkirina vînê çalakî dikin
Bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê û bi sedan kesan li dijî xespkirina vîna Wanê meş hat lidarxistin. Di meşê de ji bo daxuyaniya wê sibê bê dayîn bang hat kirin. -
Duşunmez: Em bang li gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin
Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî desteserkirina îradeyê bibin dengê daxwazên rewa yên xelkê Colemêrgê.” -
TAJÊ û YJŞ'ê name ji DMME'yê re şand: Mafê hêviyê bi cih bînin
TAJÊ û YJŞ'ê têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand û jê xwest, mafê hêviyê bi cih bîne. -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bang kir: Heta şaredariya xwe vegerînin em li qadan bin
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got, "Heta ku şaredariya xwe vegerînin em dakevin qadan." -
Dîmenê çalakiyên ku bi teknîka taybet hate lidarxistin, hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Zapê weşand ku bi teknîka taybet li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin. -
Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin
Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin û qeyûm li ser hate danîn. -
Serdegirtina şaredariya Colemêrgê tê şermezarkirin
Endamên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Şaredariya Colemêrgê û binçavkirina Hevşaredar Siddik Akiş dan. -
Gabar: Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî tasfiyekeran e
Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mezlûm Gabar, diyar kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî hêzên komploger û tasfiyekeran e û got, "Xwestin tevgerê ji xeta serketin û serfiraziyê dûr bixin û baweriya tevgerê bişkînin." -
HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin
HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got: “Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.” -
Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
Hat zanîn ku polîsên Tirk bi ser şaredariya Colemêrgê de girtine û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê binçav kirine. -
KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin. -
Gerîlayan li dagirkeran xist: Konteynirek û mewziyek hat îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê sê caran bi teknîkeke taybet li leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de konteynirek û çeperek hate îmhakirin. -
Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin
Beriya civîna hevşaredaran a li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da û diyar kir ku hikumet bi biryarên 'tedbîrên teserûfê' xizmetên şaredariyan asteng dike. -
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 16 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla bêçare mane çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn û sûcê şer kirin. -
Îranê kolberek din qetil kir
Hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin û avêtin avê. -
HPG'ê şehîdek bi bîr anî
HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin." -
Çiyayên Kurdistanê hêlîna lehengên azadiyê ye
Cotkar Kato ku 5'ê Hezîrana 2016'an li qada Mêrgezer a Cîloyê şehîd bû, yek ji wan gerîlayên azadiyê bû ku bi rengekî herî bi wate jiya. Li pey xwe ala Kurdistanê hişt ku ji bo serketinê li ba ye. -
Karayilan: Yên ku difikirin wê me bi tank, top û xayinan tine bikin di xefletê de ne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xwe dispêre zemîneke civakî û destnîşan kir ku ev rastî bi tank, top, piştevaniya hêzên derve û xayinan tine nabe. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev
Li Êlih, Amed û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev.