KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Dijmin wê bersiva pêwîst werbigire
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku rojên bê dibe ku li Metîna, li Girê Bahar, li xeta Xakurkê-Xinêre êrişa dagirkeriyê bê kirin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dijmin wê bersiva pêwîst werbigire." -
Li bejahiya Paloyê operasyona leşkerî hat destpêkirin
Dewleta Tirk li bejahiya Palo ya Xarpêtê êrîşeke bejahî da destpêkirin. -
Desteya Eşayîr a Şengalê: Kes nikare pêkve jiyana li Şengalê xira bike
Casim Hirêr diyar kir ku di demên dawî de gelek kesayet û partiyên siyasî yên derveyî Şengalê dixwazin navbera Ereb û Êzdiyan de nakokiyan derxin û got, “Wê tu kes nikaribe navbera me xira bike." -
Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe
Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê kir û got, “Divê xelkê komelgeha Girzerik vegere Şengalê, dest bide destê hev, gund û komelgeha xwe ji nû ve ava bike.” -
Serdana ji bo malbata Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin
Ji bo malbata Mehmet Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve li Licê hate qetilkirin serdanên sersaxiyê têne kirin. -
Gerîla li Qendîlê SÎHA'yek xist
Gerîlayên HPG'ê li ezmanên Qendîlê SÎHA'yeke bi tîpa 'Aksûngûr' a dewleta Tirk anîn xwarê. -
Hêzên dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir
Hêzên Îranê li nêzî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek qetil kir. -
HPG: Şehîd Mehmet Yildirim lehengek bû ku ji welatparêziyê tawîz neda
HPG'ê diyar ku welatparêz Mehmet Yildirim di 24'ê Gulana 2024'an de li navçeya Licê ya Amedê li pêş çavên malbata wî bi hovane hate qetilkirin û got, "Em şehîdên malbata Yildirim û hemû şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin." -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Qeladizê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li Çiyayê Asosê barand ku li navçeya Qeladizê ya Îdareya Raperînê ya li Başûrê Kurdistanê ye. -
'Li dijî xeta xiyanetê pêwîstî bi stratejî û yekdengiya neteweyî heye'
Siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistanê helwest were nîşandan. -
HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê piştî şerekî tund, herêm bi dijwarî hate bombebarankirin û di encamê de fermandarê gerîla Reşîd Serdar şehîd bû. -
'Xelkê Êzidî divê li warê xwe vegere'
Êzidiyên li kampa Mam Reşan dawî li hesreta xwe ya 10 salan anîn û li warê xwe vegeriyan. Piraniya koma ji 200 malbatî li Dugirê bi cih bû. -
Dayika girtî: Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin
Dayika girtî Afîfe Kartal got, "Ji bo xak û girtiyên xwe em dakevin qadan. Dema ku em rabûn ser piyan tiştekî ku em bi dest nexînin nîne. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê jî bişikînin." -
Karayilan: Planên wan ên têkildarî Doza Kobanê têk çûn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, rêveberiya AKP-MHP-Ergenekon di siyaseta xwe ya tasfiye û qirkirinê de li bin guhê berxwedanê ket, lewma di Doza Kûmpasê ya Kobanê de cezayê ku plan dikir nekarî bibire. -
TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Divê tecrîd were şikandin
TUAY-DER’ê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di peyamên kongreyê de hate gotin ku divê tecrîd were şikandin û banga banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
YNK: Komên terorîst li derdora Kerkûk û Germiyan bi cih bûne
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Salar Mehmûd hişyarî kir ku li derdora Kerkûk û Germiyan “komên terorîst” bi cih bûne û xwest ku li dijî vê yekê hêzên ewlehiyê amade bin. -
Cenazeyê Yildirim ê li Licê hatî qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Mehmet Yildirim ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hate qetilkirin, bi girseyî hate veşartin. -
Cenazeyê Yildirim ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat wergirtin
Cenazeyê Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyas ê Licê hat qetilkirin, ji ATK'ya Amedê hat wergirtin. -
MAK’ê li Amedê baregeheke leşkerî îmha kir
Milîsên Azadiya Kurdistanê ragihand ku wan li Amedê li dijî baregeheke leşkerî bi bombeyan çalakî pêk aniye û baregeh îmha kirine. -
Cenazeyê Mehmet Yildirim ê hate qetilkirin, li ATK’ê tê sekinandin
Cenazeyê Mehmet Yildirim ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hate qetilkirin, li ATK’ê tê sekinadin. -
'Em ê di hest û fikrê xwe de bi Kurdî bijîn'
Di axaftinên li mîtînga Cejna Zimanê Kurdî hatîn kirin de, peyama “Em ê zimanê xwe li her qadê di hest û fikir de bidin jiyîn û polîtîkayên tunehesibandinê pûç bikin. Divê em di hest, fikir û wijdanê de Kurdî biparêzin” hate dayîn. -
Hêzên gerîla li Gever, Zap û Metînayê li dagirkeran xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Gever, Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encamê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate cezakirin, yek jî birîndar bû. Her wiha kamerayeke mobesse û 7 fotoxefik hatin îmhakirin. -
Kêliyên ku artêşa Tirk teqemeniyên qedexekirî bikar tîne
Kêliyên ku artêşa Tirk a dagirker teqemeniyên qedexe li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar anî, careke din hatin belgekirin. -
Peyman Viyan: Jin pêşengiyê ji têkoşînê re dikin
Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan got, di vê dema dîrokî ya guherîn û veguherînê de jin bi rola xwe ya pêşengiyê radibin û destnîşan kir, ku di salên dawî de têkoşîna herî radîkal ji aliyê jinan ve hatiye dayin. -
Leşkerên Tirk li Licê li malekê reşandin: Birîndar hene
Leşkerên Tirk gundê Nenyas ê Licê dorpêç kirin. Gundiyan diyar kir ku malek ku extiyar û zarok jî tê de bûn hatiye gulereşandin û di encamê de birîndar hene.