KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Her zimanek civakekê dide pênasekirin'
Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Xwedîderketina li ziman, xwedî derketina li civakê ye.” -
HPG: Li Metînayê 4 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb ji hêzên gerîla xwarin, 12 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin
HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.” -
PDK hilbijartinê taloq bike jî dawiya wê têkçûn e !
Her çiqas fên û fûtên PDK’ê hebin jî, çiqas dek û dolaban bizivirîne jî êdî nikare li Herêma Kurdistanê di hilbijartineke demokratîk de serkeftinê bi dest bixe. PDK ji ber ku vê heqîqetê dibîne serî li hemû cûre sextekariyê dide. -
Cenazeyê Rêber Soydan ê li girtîgehê hat qetilkirin li Geverê hat veşartin
Cenazeyê girtî Rêber Soydan ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna bi sedan kesan li bajarê xwe Geverê hate veşartin. -
Xizmên girtiyan li Silopiyayê piştgirî dan çalakiya girtiyan
Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Silopiyayê ji bo piştevaniya bi çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, çalakî li dar xistin. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş kir
Artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş bir ser tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. -
Li Mexmûrê Hozan Mizgîn hat bîranîn: Em ê her tim li ser rêya wê bimeşin
Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li wargeha penaberan a Mexmûrê hat bîranîn. -
Li Şengalê Hozan Mizgîn bi stranên xwe hat bîranîn
Hozan Mizgîn li navenda Stiya Nexşa ya Şengalê bi stranên xwe hate bîranîn. -
Li Mexmûrê dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin
Li Çiyayê Qereçox a herêma Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek hate kirin. -
‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’
DFG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ê beriya 200 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, daxuyanî da û got: “Fikarên me yên têkildarî jiyana wî zêdetir dibin. PDK sûc dike.” -
'Bîranîna hevalên me çavkaniya têkoşîna me ye'
Gerîlaya HPJ'ê Aysel Çiyayê di 14'emîn salvegera îdamkirina mamosteyên Kurdî de, ew bi rêzdarî bi bîr anîn û got: "Bîranîna şehîdan ronahiya rêya têkoşînê û xweşikiya jiyana her şoreşgerekî ye." -
Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
Asayîşa PDK’ê 200 roj berê rojnamevan Silêman Ehmed revand û winda kir. Ji wê rojê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nayên girtin. -
Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
Ji 9 kesên ku di 8’ê Gulanê de li Colemêrgê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin û ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn. -
Daxuyaniya YRK'ê ya têkildarî bombardûmana li Pênciwînê
YRK'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a li herêma Pênciwînê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
HPG: Kamerayeke mobesse hate îmhakirin
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiya sûîqestê de kamerayeke mobesse ya artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin. -
Li ber bîrdariya Solaxê soza parastina Şengalê
TAJÊ di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê' serdana ‘Bîrdariya Solaxê’ ya şehîdên fermanê kir ku li wir zêdeyî 80 jin û zarok hatine qetilkirin. Di serdanê de soza parastina Şengalê hate dayin. -
HPG’ê şehîdên Metînayê bi bîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên jiyana pîroz a PKK’ê.” -
Kolberek din jî hate qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, kolberek qetil kirin. -
Li Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye'
Di çarçovaya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re' li hemû gund û navçeyên Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye' hate destpêkirin. -
Dewleta Tirk bombe li Binarê Qendîlê barand
Dewleta Tirk a dagirker gundên Kuzîne û Drabî yên Binarê Qendîlê bombebaran kir. -
Birayê Begît ê ku xiyanet li gel kir hat girtin
Birayê xayin Mehmet Begît Halîl Begît ê ku bi çek êrîşî Rêxistina Navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê kir, hat girtin. -
Hêzên Îranê 4 kolberên din qetil kir
Di êrişa hêzên Îranê de 4 kolberên din jiyana xwe ji dest dan. -
Li Çiyayên Gabar û Cûdiyê qedexeya dagirkeran
Herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hatin qedexekirin. -
Xizmên rêveberên HAK-ÎŞ'ê bi torpîlê tevlî kar hatin kirin
Serokê Şaxê Wanê yê HAK-ÎŞ û Hîzmet-Îşê Fatîh Akdenîz ku bi îdîaya 'Şaredariyên DEM Partiyê karkeran diavêje' li Wanê serkêşiyê ji çalakiyên provokatîf dike, eşkere bû ku kur û xizmên xwe bi torpîlê tevlî kar kiriye.