Endamê Çand û Hunera Êzîdxanê Hesen Emo wefat kir

Kedkarê çanda Êzîdxanê, hunermendê şoreşger, pêşkeşvanê Çira Tv’yê Hesen Emo ji ber nexweşiyeke giran wefat kir. Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ji ber keda wî ya giranbuha Hesen Emo weke Şehîdê Kedê bi nav kir.

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku rêvebirê saziya wan û kedkarê çand û hunera Şengalê Hesen Emo ji ber nexweşiyeke giran wefat kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hesen Emo weke xortekî Êzidî û hunermendeke şoreşger piştî fermana 3.8.2014’an tevlî karê çandî bûye û ji rêveberiya saziya çandê heya hunermendiyê, ji pêşkeşvaniya bernameyên çandî heya endamtiya Desteya Rêveber a Şengalê Hesen Emo bûye xwedî kedeke mezin û pîroz.

Daxuyaniya Navenda Çand û Hunera Şengalê bi vî rengî ye:

"Hevalê me Hesen Emo piştî fermana 3.8.2014’an weke xortekî Êzidî ji bo bersiva fermanê bide dijminên Ezdatiyê tevlî karên Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Bi taybetî li hemberî siyaseta qirkirina civaka Êzidî û qirkirina çandî barê parastin û pêşxistina çand û hunera Êzîdxanê da ser milê xwe. Di rêxistinkirina Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê de bû xwedî kedeke mezin û giranbuha.

BI DEHAN KEÇ Û XORT PERWERDE KIR

Hevalê me Hesen Emo di nav salên bihurî de bi dehan keç û xortên Êzidî perwerde kirin, ji bo parastina çanda Ezdatiyê bi sedan şahî û bername li dar xist. Her wiha weke hunermendekî ciwan ê Êzidî bû xwedî gelek berhemên hunerî ku hêz û coşa berxwedanê da civaka Êzidî. Yek ji avakarên Koma Çiyayê Şengalê bû ku deng û rengê Êzîdxanê li hemû Êzîdxanê berbelav kir.

BI SEDAN STRAN Û ÇÎROK KOM KIR

Hevalê me Hesen Emo li hemberî siyaseta qirkirina çandî berê xwe da çavkaniyên resen ên folklor û çanda Şengalê. Wî bi kedeke mezin bi sedan stran, çîrok, self û serhatiyên Şengalê kom kir û li pey xwe arşîveke giranbuha a çandî hişt.

Hesen Emo ji bo çand û hunera Şengalê bi hemû hêz û tecrubeya xwe kar kir, ji bo Çira TV bernameya Xemla Çiyayê Şengalê amade kir û demekê pêşkeşvaniya vê bernamê jî kir. Bi dehan dengbêj û hunermendên qedîm û ciwan bi dinyayê da naskirin.

DILÊ WÎ BI FIKRÊ RÊBER OCALAN RE BÛ
 
Hevalê me Hesen Emo xwe di ber parastina Şengalê de, avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê de berpirsyar dît û wekî endamê Desteya Rêveber a Şengalê ji bo pêşxistina hêza rêveberiya cewherî jî bû xwedî kedeke mezin. Dilê wî her dem bi rastiya Rêber Ocalan, gerîlayên azadiyê û hêzên parastina Şengalê ve lêdida.

HESEN EMO ŞEHÎDÊ KEDÊ YE

Ji ber keda wî ya giranbuha, ji ber xebata wî ya bê rawestan em hevalê xwe Hesen Emo wekî 'Şehîdê Kedê' dibînin û wisa radigihînin raya giştî û gelê xwe. Weke Navenda Çand û Hunera Şengalê em ê jî li keda wî, li xewn û xeyalên wî, li xebatên wî xwedî derkevin."